Dilsotî
Belê
Sê serokên me hene xwîşka min!
Yek Kurmanc e
Lê li dijî Kurmancî ye
Yek Soran e
Lê li dijî dewletek Kurdî ye
Yek jî nîvKurd e
Lê dibêje celadê Kurdan rêberekî dîrokî ye
Belê
Sê serokên me hene xwîşka min!
Yek serok e
Serokayetî her ji mafê wî û malbata wî ye
Yek serwer e
Serwerî her ji bo wî ye
Yek rêber e
Ji bilî wî ti kes niye
Belê
Sê serokên me hene xwîşka min!
Yek bi Soranî diaxive
Em nizanin çi dibêje
Yek bi nîvSoranî diaxive
Em dibêjin: Şeker dirêje
Yek bi tirkî dibêje
Êdî em tev kirine gêj e
Bes e, xwîşka min, bes e
Çîroka min û te dûr û dirêj e
Rindtirîn silav bo bira Dilsotî
Bi vê helbestê .. Wê fîşek û gule di nav çavan de lêxist !
Rastiyê serokênn me … Ev reşîya ye … !