Xanima delal Fatê, ez nivîsên te dişopînim û şîretên te wek morîka xewê dixim guhê xwe.
Min dixwest ez tiştekî bi te bişêwirim.
Ez bala xwe didimê çend kadir û giregirên partîyên Başûr porê wan spî nabe, tim reş e û dibiriqe.
Birastî ez ji “dermanolojiyê” tiştekî fêm nakim, lê gundî û cîran dibêjin ku ew porê xwe “yan hine dikin û yan jî boyax dikin”.
Îcar niha ez dixwazim “lêkolînekê” li ser porboyaxkirinê çêkim. Heger di vê derbarê de berhem û materîal li ber destê te hebin, ji kerema xwe ji min re bişîne.
Fadilê Kosretê Elî / Hewlêr
==========
Tewww mala minê!
Jixwe hertişt qediyabû mabû dora porê rengo-rengo!
Ê law ma serê te bi porê xelkê ketiye bavê min?
Kurê ciwamêran karin porê xwe reş bikin, şîn bikin, sor bikin û kur bikin. Û hetta karin serê xwe bidin ber gwîzan û cilêtan û wek mirêka erd û ezmên lê bikin.
Te go hine û boyax dikin?
Nalo?!
Weyyyyy, bi xwedê îcar min mesele fêmkir brakoooo!
Ez dibêjim du sedemên hine û boyaxkirinê hene.
Yek: Dibe ku kesên porê xwe hine û boyax dikin hinek îhale ji şîrketa Almanya “Şwarzkopfê” girtibin û ji bo reklama boyaxa wan jî porê xwe boyax dikin.
Dudu: Dibe ku ji ber porê xwe yê spîbûyî bên “teqawîtkirin” û ji “kursiyê” xwe bibin. Ji ber vê tirsê jî porê xwe reş boyax dikin da ku temenê xwe veşêrin, meqamên xwe wenda nekin, çend salên din jî dizî û gendelîyê bikin û li ber dilê jinên xwe şêrîntir bibin.
Wekî din heger sedemek din hebe haya min jê tune.
Lê ez karim ji bo xatirê lêkolîna te xwe bavêjim tor û bextê şîrketên hine û boyaxçêkirinê û înformasyonek baş li ser “çima porê hinek kadirên partiyên Başûr reş in û naweşin” bistînim canekem..
Xaltîka Fatê û paspasçî
Xalê me Ehmed jî çû seferê
Kurdê Quzê Kerê!