Her millet bi nirxên xwe yên netewî li ser pîyan dimînin û dijîn. Çand, ziman, dîrok û kevneşopî, cil û berg nirxên netewî ne. Milletê ku li nirxên xwe xwedî dernekevin, zû wenda dibin û ji nav rûpelên dîrokê direvin.
Sedemek ji hebûn û zindîmayîna milletê Kurd jî paraztina van nirxên netewî ne. Di serî de ziman, Kurdan çand û kevneşopîyên xwe paraztine û xwedî li wan derketine. Cil û bergên Kurdî nirxek ji wan nirxên pîroz e.
Cil û bergên Kurdî jî wek milletê Kurd pak, bedew û dilsafî ne. Ne rengê dijminatîya xelkên din wan de heye, ne jî bêhna xwînê ji wan tê. Cil û bergên Kurd (kinc, çek) nîşanek ji nîşanên hebûna milletê Kurd e, sembola cudabûn û zindîmayîna wan e. Divê her Kurdê netewperwer xwe û malbata xwe bi cil û bergên Kurdî bixemilîne û wek her nirxên din, xwedî li cil û bergên Kurdî jî derkeve.
Peyama Kurd
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî