Pêvajoya Aştiyê mîna kemînekê bû.
Bi rojeveke pûç û beradayî serî li kurdan kir tara bêjingê.
Kurdan bi seriyekî germ xwe li wê kemînê qewimandin, mîna kewên gozel yek bi yek ketin wê kemînê.
Ewil bi aştî, demokrasî, biratî, wekhevî û aramiyê mejiyê kurdan nermijand; dû re navê Kurdistan bi xelkê şêrîn kir, herî dawî jî destûra alaya wê da, li qadan her kesî rahişt alaya Kurdistanê.
Û pê re pê re ji bo navbera başûr û Enqerê xweş bibe, tekstîlvanan li ser tîşortan ala û navê Kurdistanê çêkirin.
Û encama encamê jî, li balafirgeha tirko alaya Kurdistanê li ba ket.
Neh-deh gav hatibû avêtin…
Êê!
Me berê çi gotibû?
Du gav pêş de, sê gav paş de…
Neh-deh gav hatibû avêtin pêwist bû yazdeh gavan paş de biavêjin.
Û dest pê kirin.
Siyaset tengijî…
Kurd pengizî…
Kemal Korkut çû û nema vedigere.
Bi kurt û kurmancî;
Bi kuştina Kemal Korkut dewleta tirko ji bakur-başûr-rojhilat-rojava re got,
„Ez Kurdistanê dikujim ne we, kurdino!“
Kevir ji cîhê xwe dileqin, Kurd şah in yan pîyon in?
Mamê me Sînan lotikek li partîya xwe xist
Nêçîrê me tiştek ji bîr kir