Dê bîra min, serdemekê PKK û YNK weke eliktrîkê sar û germ bûn. Her yek ji wan ewê din bi îxanetê sûçdar dikir. Her roj di rojname û medyayên xwe de êrişî hevdû dikirin. Welhasil weke bûk û xesû bûn.

Lê niha stratejîka wan gelek pêşketî ye babam. Niha li cem alîgirên PKKê (Celal Talebanî) weke Ghandiî ye û li cem alîgirên YNK û Gorran ji (Apo) weke Nelson Mandela ye. Herdû alî xwe weke xwedê li ser serê  Kurdan dibînin. Nivîskar û medyakarên wan jî hemî bûne (Voltaîrê û Albert Camus û Leo Tolstoy). Mamoste her bi xwe ne û şagirt jiî her bi xwe.

Nivîskar û medyayên başûrê Kurdistanê yên ku li bajarê Silêmanîyê ne û ser bi YNK, Gorran û partiyên dijberê Barzanî ne, yek tiştê wan heye. Heke tu bi wan re bî, tu hêja û xebatkarî. Heke nerîna te ne wek ya wan be, tu xayinê her mezinî. Îca behsa wê her neke ku ew çiqas pozbilind in. Wesa difikrin ku ji aliyê xwedê ve tenê ew hatine xelqkirin. Yên din ne mirov in.

Niha hevalbendîyek gelek ecêb di navbera Silêmanîyan û PKKê heye. Hevalbendîya wan weke wan stranbêjên ku ew lotikan dide, ew pesina wî dide û yê din spasîya wî dike. Rojname û meyda û nîvîskarên wan dişibin stranbêjên lotikvan. Tu zanî ev hevalbendî çima? Ev ne ji hezkirina Omer e, belkî ji hêrsa Alî ye. Xelkê Silêmanîyê ji qîn û kerba Barzanî û serxwebûnxwazan amade ne secdeyê ji bo Îblis jî bikin.

Nerinên wan li ser Kurmancan wesa bûn. Newşîrwan Mustefa gotibû: (Kurmanc û Bahdinî ne Kurd in). Talebanî ji digot: (Kurmanc û Xoşnavan textekî xwe û Zaza du texteyê xwe kêm in). Şêrko Bêkes jî digot: (Kurmanc parsek in). Niha ji xelkê Silêmanîyê wesa difikirin ku Kurmanc ne Kurd in. tenê hesabê Efrîkayî ji bo wan dikin. Lê rojgar wesa ye ku siyaset qûna hinek kesan dike bermalê postmodern.

Dûh Apo bû, îro Serok Apo yê mezin e. Dûh PKK û gerillayên wan çete û terorîst bûn, îro xebatkar in û hêvîya azadîya miletê Kurd in. Dûh ala PKKê yê cehşan bû, îro ala PKKê li ser ala YNK û Gorran li bajarê Silêmanîyê tê bilindkirin. Dûh nivîskar u rewşenbirên wan hevdû bi qeşmerî sûçdar dikin, îro ew bûne postmodernên serdem. Bi rastî ev e lotikên postmodernên serdem.

Îca siyaset wesa ye qurban. Qûnekan dike mêrxas, mêrxasan jî dike qûnek mixabin.

Kurdistan

About The Author