Kevîn Kurdson
Nivîskarê rojnameya Ingilîz The Times Roger Boyes, di gotarek xwe de piştgirî da Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û di referandûmê de serketina Erdogan bi erênî nirxand.
Xeyarê bi navê Roger Boyes, gotara xwe bi sernivîsa: „Pêwistîya Rojhilata Navîn bi Erdoganek xurt û bihêz heye“ domand û dest bi zîtirkan kir. Li gor Roger Boyes, di referandûmê de serketina Erdogan herçiqasî wê mixalifên wî aciz bike jî, lê wê ji Tirkiyê û Rojhilata Navîn re baştir be.
Xeyarê bi navê Roger Boyes, di gotara xwe de nalet li 101 bavê xwe anî, dijminatîya Kurdên Rojava kir û got: “ Divê dewletên Rojava têkilîyên baş bi Erdogan re deynin. Û rêya têkilîyên baş jî ev e ku dewletên rojava pişta xwe bidin Kurdên Rojava û wan bi tenê bihêlin. Ango, divê dewletên Rojava ji bo Erdogan Kurdan bikin qurban û alîkarîya wan nekin“.
Xeyarê heram Roger Boyes, di nivîsa xwe de daye zîtirkên bergîlkî û gotiye: „ Hem li Tirkiyê û hem jî li Rojhilata Navîn pêwistî bi serokekî Tirk ê bixwebawer û bihêz heye. Heke dewletên rojava dixwazin Erdogan rehabîlîte bikin û wî bînin ser rê, divê têkilîyên xwe yên bi Kurdên ku hem leşkirên Rûsya ne, hem ên rojava ne, çareser bikin. Ango, divê em bi nazik û delalî pişta xwe bidin Kurdan û wan bi tenê bihêlin. Wê destûr neyê dan ku Kurdistanek serbixwe ava bibe“ filan û fîstan û jehr û ziqûma Roger Boyes.
Law oxlim, tu kiyî û xizmeta kê dikî kewaşe?
Çima tu dijminatîya Kurdên rojava dikî û wan dikî bi qurbana Erdogan ewladim?
Ma Kurdên rojava di devê te de mîztine?
London
Dîko nameyek ji Nêçîrê me re şand
Erê PKK vîrûs e, lê kîjan vîrûs cîgerim?
Ramanli tir ji Uçum berda