Dilsotî
Birano, min meseleyek bihîstiye û divêt illeh ez ji we re bêjim. Heger ez nebêjim, tebata min nayê û ezê li hember dîrokê rûreş bim. Lê belê arîşeyek di vê meselê de heye û ez nizanim ez çawa ji we re bêjim. Mijara vê meselê û ev bûyera ku bi rastî pêk hatiye belkî di dîrok û berxwedana gelan de yekane ye.
Berî çend rojan hevalekî min ji Başûr-Rojavayê meyî şêrîn, ji herêma Efrîn vegeriya û ev mesele ji min re ragihand. Bûyer di dema serhildana 12. Adarê de derbas bûye.
Wek hûn tev dizanin, piştî bûyerên Qamişlo, Kurd li Başûr-Rojava û seranserê Sûriyayê rabûn ser pêyan. Dîsa wek ku hûn dizanin, partiyên me ji nimare 1 heya bi nimare 15 hewl dan, ku gel rawestînin. Lê belê gel ranewestiya û li her derê rabû ser pêyan. Wisa li bajarê Efrînê jî gel raperiya. Hûn wê jî dizanin, ku polês û leşkerên dewleta sûrî gulle berdan gel û gelek kes şehîn û birîndar bûn. We ew jî bihîst, ku di wê demê de keçeke kurd ya 15 salî dest avête kelaşînkofê û du leşkerên sûrî şandin dojehê û di yekser ew jî şehîd ket.
Mesela ku ez ji we re bêjim ji vir de dest pêdike. Polês û leşkeran gelek ciwanên me girtin û xistin zîndana bajarê Efrîn (Hepsa Efrîn).
Birano, Kurdistanîno, hûn dizanin di rewşeke wisa de çi diqewime û çi tînin serê wan ciwanên me?.
Arîşeya ku di vê meselê de li ber min heye ew e, ku ez nizanim, ez bi kîjan zimanî tiştê ku li wir pêkhatiye ragihînim we.
Hûn dizanin di rewşeke wisa de dijûn û sixêfên ku tên kirin û tiştê ku bi serê girtiyan dikin tev ji navê û ber bi jêr in. Problema min ew e, ku ez çawa bêyî wan peyavn bi lêv bikim, rastiya bûyerê bigihînim we ?. Bi rastî ez ti çareyê tê de nabînim. Birano hûnê li min biborin, qisûr û kêmasiya min bidin bin lingan. Ji bo rastiya dîrokî, ez mecbûr im, wek ku bûyer pêkhatiye û wek ku hatiye gotin ji we re bêjim. Heger xwîşkeke me ev nivîsa min xwend, bila ji vir û pêve nexwîne, ji ber ku peyvên eyb û tiştên ji sinciyên mirovatiyê dûr tên kirin û gotin. Dîsa li min biborin!:
Ji ber ku pir kes xistine bin çavan, hundirê koşkê pir teng e. Polês tên û sixêfan ji girtiyan re dibêjin. Di nav girtiyan de yekî ji partiya Yekîtî jî heye. Yên din hemû ne alîgirên ti partiyan in. Ji ber ku polês bawer dike, endamên partiyan gel rakirine serhildanê, dixwazin ewê ji partiya Yekîtî rezîl bikin. Polêsekî Ereb radibe ji xortekî yên girtî re dibêje: Were bikute qûna evê Partî. Ev bûyer li pêşiya hemiyan derbas dibe. Xortê qehreman ji polêsê Ereb re dibêje: Ez naxwazim bikutim vî, ez dixazim bikutim te!.
Gava wisa dibêje, hemû polês tên û bi boksan li wî xortî didin, ku di xwînê de digevize û heş ji serî diçe. Yên girtî bawer dikin ku xort mir. Polês radibin wî didin aliyekî.
Di nav polêsan de yekî Kurd jî heye, ew ji gundê Bênê ye; bênamûsekî bêbav e. Ew radibe bi kurdî sixêfan ji girtiyan re dike û wisa dibêje:
– Ez di dayîka Kurmancan giştikan im!. Ez di Kurdistanê nim!. Ez di dayîka Mesûd Berzanî ….!
Wê hîngê xortek ji girtiyan derdikeve pêş û dibêje: Ma ji mirinê wêdetir ti gund hene? Û dibêje:
– Lawo!. Berî giştan ez di quzê dayîka te nim!. Ez di quzê dayîka Ereban giştikan nim ji vir heya bi Yemenê! Û ez di quzê dayîka Beşar nim! Tu çi dikî bike!.
Hûn dikarin texmîn bikin, ku çi anîn serê wî xortî!?. Lê belê qehremanê me nemir û va ye hên jî sax e.
Birano!
Bi Kurd û Kurdistan ev xort qehremanekî mezin e. Werin em ji niha de peykerê wî durist bikin.
Ev mêranî û qehremanî di dîroka gelan de yekane ye. Bi rastî helwesta van herdû xortên me bûyera Spartakus tîne bîra mirov. Ji lew re bila hûn bêhêvî nebin. Madem ciwanên me wisa ne, emê bi ser kevin.
Birano !
Heger siyasetmedarên me jî wisa mêr bana, emê ji zû de rizgar bûbana.
Birano !
Careke din lêborînê ji we dixwazim.
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî