Silavên bi sîr û pîvaz gelî xelqê pincarhez. Hûn kutken (rojekê qamyon li peyva “çi dikin” qelibiye û piştî wê bûye “kutken”).
Ez ji we re qala xwarinên a-jan bikim? Nebêjin “ka xwarin jî dibin ajan weheeeww, ma bû çiii?!”. Dibin yabo dibin. Ji me kurdan re her kes û her tişt dibe ajan, çimkî çima nebe yanê?!
Tiştê ku ez dizanim me heta îro bi gihayên xwe xweşik xweşik şîv û xwarin çêdikir. Dayikên me diçûn ji çol û baxçeyan dianîn, me dixwar û em têra xwe bextewar dibûn. Çi zanim, belkî jî me fêm kir ku em ne tirk in loma nebextewar in û ne fîkefîka me ye. Belkî jî van gihayan di canê me de hormona xemgîniyê zêde kirine. Hahooo, we ji vê teoriya min bawer nekir înşellahul bindestî. Ka rabin tasekê ava sûsê vexwin û werin ser hişê xwe zû. Bi ya min xemgîniya herî mezin ew e ku em bi van çavşûjinan re dijîn (gotina rast mîna ava çemê Mûnzûrê xweş e, siheta min xweş).
Dikarim wekî pisporekî xwarina (gurme) bêjim ku hinek xwarin hene bizooorê dixwazin werin ser sifreya me kurdan. Van salên dawî me gellek nebat nas kirin ku qet nayên xwarin lê jê re digotin xwarin.
Mînak 1; Kerevîz, jixwe ji navê wê xuya ye ku ne tu xwarin e (ker-evîz). Di înternetê de digotin dermanê qansêrê (pençeşêrê) ye lê bawerim kurd bixwin wê ji tehma wê ya nexweş qansêrî bibin. Ne kartol e ne nebat e gidî. Ên ku nexwarine di bextê we de me nexwiiin.
Mînak 2; Ispanax, rovî neçûye qullê, gulika bi serê qemçika xwe ve girê daye. Tehma wê qet ne xweş e, îca borek û şorbeya wê jî çêdikin ku em bi derbekê bimrin. Hin pisporên pordirêj û aqilkin dibêjin hesin di ispanaxê de pir e loma baş e, bixwin. Hey malxerabno hûn qet nabêjin ew tehma ne xweş merivan dikuje hee?! Bi ya min herin hesinê zengariyê înşaeta bialêsin çêtir e ji tehma ispanaxê.
Mînak 3; Pirasa, xwezî bi roja ku min tolikê nas kir û qet nexwezî bi roja ku min pirasa nas kir. Hinek kurd jê re dibêjin tirasa jî (biborin halqimiss). Ev nebat dişibe pîvaza hêşîn a ku bi hormonê bizzzorê mezin kirine. Me carekê civata van nebatan dikir, Esraka me ya karîkaturîstgul wisa aciz bû ku gote “bijî Kurdistan, bimre pirasa”. Dûre me bang kir ku rojekê Kurdistan ava bibe bila endezyarên zîraetê nehêle pirasa û gihayên ne aîdê me kurdan bikevin welatê me. Gotin em ê ji bo ku van nebatan nekevin welatê me dernek û saziyan ava bikin. Nav jî; Derneka Antîpirasa û Tiştên Din. Ma çiyê gulik, silq, silmas, kereng û tolikên me kêm e ji van tiştên beredayî?! Bi serê kundirê payîzê kim niha kerevîz, pirasa û ispanax jî dibêjin “yaw arqadaş, qet aqil bi van re tune ye gidî, welleh bîlleh em ne yên xwarinê ne.”
Mînak 4; Bezelye (polike, şoqil). Ev nebat jî teqlîda tihok, tehwiyê dike, lê bêdendik e, kesk e, ne şêrîn e û sebze ye. Xwezî ne sebze bûya. Lê mixabin sebze ye û ew jî dixwaze were ser sifreya me kurdan. Kesê nizanibe û me nas neke wê ji vê nivîsê bibêje qey çanda me ya xwarinê ne dewlemend e û em ji bo dewlemendiyê van nebatan qebûl dikin hey mala xwediyê ecêba. Li gor rîwayetekê li Beriya Asyaya Navîn, li ser hespan çandekê dewlemmmend hebûye. Alpaslan û gelê xwe ji bo xêra dêbavan ji wir dane serê rê, hatine deriyê me şikandine (pirr ji me hez kirine loma) û bizooorê xwestine çanda metbaxa me dewlemend bikin. Ayyy çiqas baş in yaaa, divê em bi qîmeta wan bizanin gelî kurdên xerîbdostên safik!
Dikarim bi serê sed heb pisîkan sond bixwim ku ev nebat û gîha ajan in û xwarina wan me kurdan hêdî hêdî bi janê dixe. De hûn bawer nekin. Ku ez hatim nexweşxaneyê ji bo pirsa we bikim, hûn ê wekî gotina dawî ji min re bêjin “jîrikê 40 mîlyonan, bibore, tu mafdar b…”.
Wê rojê asîstanê min digot; Mêrdînî nû çûne Edeneyê, kartol stendine anîne malê. Sipî kirine gotine wîîî ev kesk ee, hê negihîştiye, dûre li tehma wê nihêrîne gotine wîîî ev şêrîn e û nerm e, keçêêê, dendikê reş tê de hene ka binêre, patatên vir qet nayên xwarin eeeqq. Dûre cîranê wan gotiye ew meyweyê kîvî ye, gotine haaa temam. Êdî çi rast çi derew, guneh di stûyê çavşûjinan de be.
Haylolooo, mijar çû Helebê, wekî erebeyekê frênteqandî û derbejêr diçe. Niha ez ê biçim laboratuara xwe ji bo lêkolîna engînar û çend gîhayên ku ez ji wan bi guman im. Ez ê rojekê ji we re wan jî eşkere bikim dirantujno.
Wekî xatirxwestin ez ê gotineka pêşiyên me kurdan pêşkêşî we bikim û bi destûra we tiştekî biçûk lê zêde bikim. Pîrê nemir bihar hat, kero nemir pincar/qîbal hat, kurdo nemir aştî hat.
Profîterol Doxtor Gîhaîst Gurmemiheme
Diyarname
Bibin millet ji bo hûn bibin dewlet
ÇAR PARÇE, ANTÎ PARÇE
KURD ÇI DIXWAZIN?