Kurd ber bi dewletbûnê ve hespên xwe dajon û dibezin. Her çiqasî dewletbûna Kurdistanê ji hinek Kurdên xwelîser re heram û paşverûtî be jî, xuyaye wê ev tira wan di qûna wan de bibe fis û bixwazin nexwazin, Kurdistan dibe dewlet. Êdî ne ew Kurdên xwelîser û çeqilmast, ne Nûrî Malikî, ne sofîk û melayên Îranê û ne jî dewşîrmeyên Tirk karin rê li ber dewletbûna Kurdistanê bigrin.
Avabûna dewleta Kurdistanê êdî ji gellek siyasetmedar û rêvebirên cîhana medenî re wek mirêka (eynika) erd û ezmên zelal û eşkere bûye, bûye rastî. Her çiqas rayedarên dewletên dagîrkerên Kurdistanê li qûna xwe zor tînin û naxwazin rastîya avabûna dewleta Kurdistanê qebûl bikin jî, wek dibêjin “Şam dûr e, lê mişar ne dûr e”.
Kevnewezîrê derve yê Tirkiyê û diplomatê ku herî zêde li Rojhilata Navîn lotik avêtine Yaşar Yakiş, di derbarê avabûna dewleta Kurdistanê de ji çapemenîya Tirko re axivî û da lotikan.
Yaşar Yakiş abêmiz yekem wezîrê derve yê desthilata AK Partî bû. Yakiş, destnîşankir ku divê dewleta Tirk dev ji serhişkîyan berde, têkilîyên xwe bi Kurdan re xweştir bike û divê vê rastiyê bide ber çav ku ew bixwaze nexwaze dewletek Kurd ava bibe.
Yakiş, di dewamîya axavtina xwe de got: „ Kurd karin dewleta xwe jî ava bikin û wek federasyon jî bimînin. Karin tirşikê jî bixwin, savarê jî. Ji kê re çi babam? Di her halûkarê de ya rast ew e ku Tirkiye rêzê ji vê iradeyê re bigre qardaşim” û pêde çû.
Yaşar Yakiş abêmiz, anî zimên û dîsa got: „Bi şeş telaqên jinberdanê, civata navnetewî zane ku 35-40 milyon Kurd neteweyek herî mezin e û bê dewlet e. Em bixwazin nexwazin rojekê wê dewletek Kurd bê damezirandin û wê ew pêvajo berdewam bike. Divê em pelûla germ bi serê xwe danekin û vê realiteyê bibînin cîgerim” û keserek kişand.
Werhasilî kelam, êdî siyasetmedarên Tirk jî rastîya dewleta Kurdistanê dibînin û hesabê xwe û Kurdan dikin. Lê çi hikmet be hinek Kurdên xwelîser û çeqilmast çavên xwe ji vê rastîyê re digrin, xwe kerr û lal û kor dikin û li dijî dewletbûna Kurdistanê derdikevin.
Law oxlim, vaye yekî wek Yaşar Yakiş jî pelûla germ bi serê xwe danake û rastîyê qebûl dike.
Ma hema pelûla „Xelkên Xwelîser“ bi serê we de rijiyaye heval!
Mêrdîn
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka