Kevîn Kurdson
Evan terorîst û zîtirkvanên îslamîstên radîkal û teradîn çi anîn serê xelkê û çi nanîn law. Tirsek wilo xistin dilê xelkê ku xelk hew wêrin ji mala xwe derkevin der.
Meselen lotikvana Amerîkî, delala doxînsist û bê navran Keisha Grey.
Lotikvan û stêrka pornoyê Keisha Grey, ji çapemenîyê re da lotikan û got: „Ji ber tirsa terorê ez hew wêrim ji malê derkevim der. Ji ber êrîş û tirsa terorê stresa min zêde bûye û êdî hew li min radibe, girêza nav şeqê min ziwa bûye. Ji ber ku ez hew wêrim ji malê derkevim, helbet ez ji beşdarbûna fîlmên porno û seksê jî dûr dikevim. Ji ber vê yekê jî, ez ji kêfa xeyar û tirozîyên seksê mehrûm dimînim“ filan û fîstan.
Stêrka bê navran û tenûrgerm Keisha Grey, pir diqehire û gotiye: „Law insanek çawa kare insanekî din bikuje hawara xwedê? Ji ber vê tirsê ez tedawîyê dibînim û dermanan dixwim“ û kela girî ketiye qirika wê.
Werhasilî kelam, xanima germik û nermik, delala ber dilê xeyar û tirozîyên Amerîkî Keisha Grey, nexweş e û ji ber tirsa teror û terorîstan newêre ji malê derkeve wesselam…
Îcar ji bo xwedê û pêxember, xêrekê bi xwe bikin û wê bi tenê nehêlin. Her şev yek ji we têkevin paxila wê û razên ji bo ku rebenê netirse û bê xeyar jî nemîne..
Amerîka
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş