Referandûma serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe û di vê derbarê de herkes dide lotik û zîtirkan. Hinek piştgirîyê didinê, hinek li dij derdikevin û hinek jî hem li defê dixin, hem li zirnê.
Axir…
Kevnebalyozê Amerîka yê Tirkîyê û Iraqê James Jeffrey, ji lotikvanên Rûdawê re axivî û di derheqê referandûma serxwebûna Kurdistanê de çend lotikên şikestî û seqet avêtin.
Çi gotiye Jeffrey efendî?
Gotiye: „Bi her ÅŸeÅŸ telaqên jinberdanê, ez bi serê serok Trump bikim, halîhazir welatê min piÅŸtgirîyê nade serxwebûna Kurdistanê. Amerîka bi wê yekê re ye ku Iraq wek welatek yekgirtî, demokratîk û federal bimîne. Lê helbet serxwebûna Kurdistanê girêdayî lotik û zîtirkên sofîk û melayên ÃŽranê ye“ filan û fîstan.
Û lotik û zîtirkên Îranê çine?
Jeffrey efendî dîsa gotiye: „Lotik û zîtirkên ÃŽranê ev in; heke ÃŽran bixwaze wek Sûrîye û Lubnanê bîne serê Iraqê û di kefenê 101 bavê Iraqê ke, heke Iraq têkene nav alozîyek mezin û wek ÅŸorba nîskê tevlihev bibe, wê gavê belkî helwesta Amerîkayê bê guhertin û piÅŸtgirîya dewleta Kurdistanê bike. Her tiÅŸt girêdayî lotik û zîtirkên Amerîkayê ye allahwekîl“ û pêde çûye.
We fêhm kir ne?
Yanî, qedera Kurdan di destê sofîk û melayên Îranê de ye. Heke sofîk û melayên Tehranê Iraqê jî wek Sûrîye û Lubnanê jihevde bixin û bikin pelûla Îranê, wê Amerîka nuh ji xewê veciniqe û ji serxwebûna Kurdistanê re bêje erê. Na heke Îran Iraqê wek xwe bihêle û dest û lingên xwe heta bi qurmik nexe Iraqê, wê Amerîka morîka xewê têxe guhê xwe û dengê xwe neke.
Îcar rabin û rûnên û dua ji xwedê re bikin gelî Kurdino.
Dua bikin go Îran di kefenê 101 bavê Iraqê ne û kevir li ser kevir nehêle û hew.
Yan na, bi allahwekîl wê hefsarê me dîsa bi rîha sofîk û melayên ÃŽranê û Erebên qûnreÅŸ ve bê girêdan û hûn sax…
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka