XWENEZAN – 3

Keyê weyê dawîn ji serleşkerê we ra çi gotibû? “Harpagus, derdê te ez bûm, te dikanibû ez bikuştama, û li ser textê medan tu rûniştaya. Lê tu hatîyî nîvparsekekî tînî ser textê keyatîya warê xwe. Dibe ku ji ber vê xwenezanîya te arya bi hezaran salî neyê ser heşê xwe!” Ev gotina Ajîdehaq bûye naletek û bi hezaran salan e dest ji pêsîra nevîyên aryan bernade.

We warê xwe, canê xwe, malê xwe, rûmeta xwe di sênîyên zêrîn û zîvîn da spartîye dijminên hebûna xwe. We bi destê xwe navê qirbûna xwe qeder danîye. Qeder bûye bela serê we. Ji roja hûn bûne berdestên parsekên xwe bi vir da, we rûyê xweşîyê nedîtîye. Ne tenê parsekên nav malê, ji rojhilat, ji rojava, ji bakur, ji başûr, ji bakurê rojhilat, ji başûrê rojhilat, ji başûrê rojava, ji heft alîyî da kî hatîye dîya we pirsîye. Li Athropatanayê mêrên we serjêkirin. Jinên we birin. Du hezar û pênc sed û şêst û şeş sal in hûn jîyanek bê rûmet dijîn. Ma ne bes e?

Xwenezanîyê mêjîyê we tevizandîye. Hûn di pişta miletê xwe da bûne xencerên jehrînên destên teresan. Hûn bûne destên dijminên xwe yên di nav miletê xwe da. Hûn bi gotin û kirinên xwe bûne jehra koremaran û ketine nav hingivê şanê. Ji rûyê we faşitî, hovîtî, haritî, teresî û korfamî dibare. We aqil avêtîye. Hûn bûne bela serê xwe û miletê xwe.

Hûn li ber derên xelkê, ji bo guherîna kargerîyên wan, ji bo xweşbûna jîyana wan, ji bo zengînbûna wan, ji bo mezinbûna dewletên wan, ji bo xweşîya wan hêrîşî hev û din dikin. Hûn di demên hilbijartin û rapirsînên dêwê heft serî da mîna merivên xwedê serî dayêye lê aqil nexistêye, radibin xîjî xwezanên miletê xwe dikin. Hûn ji bo dilê xelkê xweş bikin  roja aryan reş dikin. Hûn ji bo eferimekê ji xelkê bigirin dikevin qirika hev. Kî li hêjahîyên miletê we xwedî derbikeve, kî li bin ala rengîn can û malê we biparêze, hûn bi canê wan dikevin.

We şerm ji bîra kirîye. Pozê we naşewite. We derpê ji xwe avêtîye. Ma hewqas korfamtî, nezantî, serkundirî ne bes e? Hûn dê kînga têbigihên rindên miletên serdest bi rindî, nerindên wan bi nerindî pêlê serê we dikin? Hûn bûne qeşmerên xelk û alemê. Ji bîr mekin, welatên miletên serdest zêr û zîv bin jî tenê rêxa sergo dibe para bindestên wan. Ne kêm, ne pir.

Ewên we daye pey qûna wan, her roja xwedê kirinên nehatine dîtin û nehatine bihîstin tînin serê we. Hûn hîna jî dibêjin, em û wan goşt û neynûk in; em nikanin ji hev bibin. Êdî  têbigihên ku hûn her dem neynûk bûne, ew goşt, bê serî mayîna we ji ber vê ye.

Nusaybinim.com

About The Author