Şêx di civînekê de fisek kir, mirîdan biryara xwe kirin yek ku ji vir pê ve li ba wî şêxî nemînin û biçin ba şêxekî din.
Ji xeynî pîgarê şêx hemû mirîdan dergeha şêx terikandin û berê xwe dan ba şêxekî din.
Demek dirêj di dergeha şêxê nû de jîyan. Rojekê şêxê nû di civînê de tirek şidyayî kir, mirîd rabûn ser pîyan, carek din berê xwe dan şêxê berê.
Pîgarê şêx pê hesîya û ji şêxê xwe re mesele vegot.
Şêx got: “ Here ji wan re bêje, ew mirîdên bi fisekê çûbin û bi tirekê zivirîbin, xêr ji wan nayê û di dergeha min de jî cîhê wan tune.”
Ev jî mesela KNKê ye.
Bi salane di bin bêhna fisên genî de razan heta ku referandûma Kurdistanê hat rojevê. Carek din ji ber tira fesadîyê berê xwe dan Silêmanîyê ku tirên şidyayî bikin.
Ya bi xêr ewe ku hûn ji miletê Kurd dûr bisekinin û nebin barkêşê tir û fisên zinêkarên Farisan…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş