Barzanî li ku derê xelet kir?

Rêbwar Kerîm Welî

Beriya hemû tiştan pênaseya “referanduma şkestxwarî” ku medyaya Silêmanî û hevbîrên wan bilêv dikin, pênaseyekî xelet e. Eger referandum nehatiba kirin, an dengê “nexêr” serkeftiba yan jî encamên wê bihatana hilweşandin, wê demê referandum şkest dixwar!

Eger ev her sê rewş nebin, li gorî kîjan pîvanan dibêjin şkest xwariye heta heman pênaseya şkestinê bixin ser stûyê wan kesan ku biryara referandumê dane? Ji bilî çend çend beredayî û lûmpenekî (ku weke fahîşeyên siyasî dirêjî didin jiyana xwe), dijminên Kurdistanê jî derbarê encamên referandumê de wiha negotine. Lewma, peyva “şikanê” bi awayekî sîstematîk ji bo nixûmandina “îxaneta” li xak û gelê Kurdistanê tê bikaranîn.

Referandum nehatiba kirin jî tişta ku îro çêdibe, dê piştî çend mehên din çêbiba.  Lewma Barzanî bi israr û pêdagir bû, ku beriya Heşda Şeibî û pasdarên Îranê bi çekên Amerîkî berê xwe bidin Kurdistanê, ev dokûmenta dîrokî ji bo piştî hilweşandina welatê bi nav “Iraq” di destê gelê Kurdistanê de be.

Eger referandum nehatiba kirin jî bereya îxanetê, weke çawa di pêşerojê de gef li Barzanî dixwarin û digotin, “eger tu piştgiriyê nedî namzetê me yê serokomariyê emê eniyên şer ji bo DAIŞê vala bikin!”  dê dîsa heman îxanet bikirana lê dê hinek dernegtir biba.

Îran, Tirkiye û Amerîkayê jî li hember şerfiroşan dê heman tişt bikirana, ku niha dikin. Çimkî tev de salak beriya niha bû, ku Hêro Îbrahîm Ehmed daxwaznemeya fermî ji bo Ebadî şand da ku were û petrola Kerkûkê ji destê binemala Barzanî derbixe! Dibe yek ji mezintirîn xeletiya Barzanî ew be, ku piştî Talabebanî hemû hewldanên xwe kirin da ku ev binemale weke şîrîkî hikûmraniyê li Kurdistanê bimîne. Her bi fîtnebaziya wan jî Goran ji kayeya siyasî hate vederkirin û paşî wan jî pir bi zîrekî yek bi yek ji bo endamên malbata xwe di nava hikûmet û dezgehên ewlekariyê de rol diyar dikirin.

Barzanî û PDKê di warê siyasî de, ji bo hiştina nasnava Serokê Herêma Kurdistanê û hiştina malbata Talebanî bacekî mezin dan. Di sala 2013ê de, malbata Talebanî ji bo mayîna xwe, dema serokatiyê ji bo Barzanî dirêj kirin da ku bikarin bi pere û piştgiriya Barzanî xwe birêbixin, Barzanî bixin bin şermê (dijîtiya wî bikin û jê re bê gotin serokê dema wî xilasbûyî), paşî neyarên xwe yên siyasî bê bandor bikin. Lewma, bicîh hiştina post û kursiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ji bo rastkirina vê xeletiyê derfetek e û vegera ser xetekî nû ye, ku bibe bingeha yekgirtina Kurdistanê.

Silêmanî di yaneta têkçûyan de ye

Ew tişta îro bi saya piştgiriya Amerîka, Îran, brîtanya û Tirkiyê di heman demê de ji bo Ebadî û mîlîsên şîe yên ser bi Îranê ve tê kirin, zû yan jî dereng dê her bidawî bibe û kaxez berovajî wergere.

Reh û qurmê wan partî û siyasetmedaran tevan jî ku pişta xwe bi vê rewşê ve girêdane û di nava wê xeyalê de dijîn, ku bikarin bi manoreke wiha, Barzanî û PDKê ji qada siyasî jê bibin, dê hişk bibe.

Kêmfam û beredayên siyasî ew kes in, ku çavê xwe ji van zulm û neheqiyan girtiye û dilê wan bi wê yekê xweş e, ku pêşmergeyên PDKê li hember Heşda Şeibî, Hizbûllah û pasdarên Îranê têkçûne!

Ew xafîl û bêhay in, ku tişta di 16ê Cotmehê de kirin bizmara dawîn bû, ku li tabûta medreseya Celalîzmê dan û li gel Talebanî ew jî xistine bin axê. Çimkî PDK baş dizane ka çi tê binavkirin. Bi rûmet, keramet û parastina berga neteweyî ev kar kir.

PDK û Barzanî ti caran hemû hêk nexistine nav sepetekî, ewên, ku heta duh jî PDK weke darê destê Tirkiyê ya li herêmê dizanîn, dîtin ka qudret û şiyana siyasî ya Barzanî û bi taybetî jî ya Nêçîrvan Barzanî çend e. Rojek piştî radestkirina Kerkûkê kompanyaya mezin Rosneftê, bêyî ku hesabê petrola Kerkûkê bike, ew girêbesta stratejîk li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir.

Wan di reşweyekî şerpeze de petola Kerkûkê radestê British Petroleum a Brîtanyayê kirin û xak firotin (bêguman fîlosofên Silêmaniyê newêrin behsa vê yekê bikin), lê bi destê Nêçîrvan Barzanî xewna hemû binemalên hakimê Silêmanî yên xwedan nasnameya hembrîtanî ne, bû sifir.

Ew kesên bi hesabê xwe petrol ji ber destê Barzanî derxistine nabînin ka çi qas dengdêr û alîgirên xwe wenda kirine! Rik û acizbûna xelkê Kerkûkê, Xurmato û Xaneqînê ya li hember van nîştîmanfiroşan wesa bi hêsanî ji holê ranabe, gel dizane dê paşerojê de çawa tola xwe ji wê îxaneta “postmodern” bistîne.

 

Rûdaw çeka bizdandinê ye 

Mezintirîn serbilindî û şanaziya jiyana min a pîşeyî ew e, ku beşdarî damezrandin û paşî karkirine li Tora Medyaya Rûdawê de. Çimkî armanca xwedanê wê projeyê jî hê ji roja yekemîn ve dirûstkirina împaratoriyekê bû di nava medyaya Kurdistanê de. Ne ji bo xizmeta kes an jî grûbeke siyasî be, lê bibe medyayekî ew hinde mezin û bi bandor, ku sînorên destçêkirî yên Sykes,Pîcotê jê bibe û li kêleka destkeftiyên din ên gelên Kurdistanê, di avakirina rûçikê dîmaya jiyana bi şaristanî, medyaya Kurdistanê jî bigihîne asta xwe ya hêja û şayeste.

Armanc ew bû, ku agahî û zanyariyên weke şêweyê berovajîkirî, herdem ji rojava ve bo me dihatin, berovajî bike. Rûdaw îro brandekî cîhanî ye û herwiha hilgirê şanazita peyama neteweyî û nîtîmanî ye di dil û mejiyê hemû kurdistaniyan de. Hevdem, dibistaneke ji bo wan medyayên xwecihî û lokalî, ku bixwazin asta xwe bilind bikin. Vê yekê weke xirûr û quretî pênase nekin, lê asta dijîtiya dagirker û neyaran a li hember Rûdawê vê yekê diselmîne, ku Kurdistan xwediyê çi çekekî bizdandin û tisandinê ye.

Rûdaw

About The Author