Rêwîyê Kal
Şêxekî fisgenî di dergeha xwe de rûniştî bû, mirîd li dev dora wî kom bibûn.
Şêx:
-Rojekê ez, Îsa û Mûsa em bi hev re çûn serdana Xwedê.
Mirîdan bi hev re bi qêrîneke bilind selawat dan û cardin guhdarîya şêx kirin.
-Xweda cixare dikişand lê dikuxî, min jî qutîya titûna xwe vekir cixarek pêça û dirêjî destê Xwedê kir. Min jê re got: “ Ew titûna ku tu dikişînî cenabê te dikuxîne, ka vêya bikişîne hela çawaye?“
Mirîd: Êêêê şêxê min..
-Xweda nefesek ji cixara min kişand û got:“ Şêxê delal, cixara te pir xweş e, gelo ev çi titûn e?“
– Hebîbê min ev titûna Bedlîsê ye.
Xweda:
-Careke din ku tu hat, ji min re ji vê titûnê bîne. Tu ji bîr nekî ha!
Werhasil, şêx bi derewên xwe hejmara mirîdên dora xwe zêde kir, jîya û mir çû ser emelê xwe. Em werin ser gilî û gazindên xwe!
Xwedêyo, ew zimanê te xuliqand û da Kurdan, navê wî zimanî jî Kurdî ye, niha îblîsek bûye şaredarê Bedlîsê û ew ziman li ser şaredarîyê reş kir, navek bi Tirkî nivîsand. Bo xatirê titûna Bedlîsê be jî tu wî îblîsî qehir bikî, ma nabe?
Cejna we ya Remezanê pîroz û bimbarek be!
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî