PKK, PDK û girêka kor

Nûrî Çelîk

PKK bahane, ango mahne ye. Bi mahneya PKK dewleta Tirk dixwaze korîdorek ji 40 kîlometreyî di nav xaka başûrê Kurdistanê de çêke û artêşa xwe tê de bi cîh bike. Çawa ku li Rojava korîdorek ewlehîyê (korîdora parçekirina Kurdan) çêkir, dixwaze li Başûr jî heman korîdorê çêke û ber bi armanca xwe ve bimeşe. Bi korîdora 40 kîlometreyî dewleta Tirk dixwaze têkiliyên Kurdên bakur û başûr qut bike û ji yekîtî û hevkariya wan re bibe asteng. Helbet ev yek armanca PKK ye jî û li hesabê wê jî tê. PKK a ku ji bo têkbirina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê li başûr bi cîh bûye, naxwaze Kurd li her çar beşên Kurdistanê bibin desthilatdar û rê ji Kurdistanek serbixwe re vekin. PKK dergevanî û parêzerîya sînorên dewletên heyî dike û ev yek gelek caran ji devê rêvebirên wê jî hatiye ser zimên.

Sekreterê berê yê Dezgena Ewlekarîya Netewî ya Tirk Orgeneral Tuncer Kilinç berî çend salan eşkere û pir zelal gotibû ku “tekoşîna me ya bi PKK re ewqasî ne girîng e, ji ber em bi PKK re şerekî bi kontrol dimeşînin. Ji bo me ya herî girîng ew e ku em nehêlin li başûrê me (Başûrê Kurdistanê) dewletek Kurdî bê avakirin. Me Barzanîyê ku ji bo vê armancê têdikoşe li ber çavê Kurdên Tirkîyê reş kir, ji bome ya girîng ev e”.

Di gotinên Org. Tuncer Kilinç de armanca dewleta Tirk û PKK pir zelal e, hevkarî û şerê wan ê bi kontrol û bi şêwir û mişêwir nayê veşartin. Tenê yek armanca her du alîyan heye, ew jî astengkirina Barzanîyan û Kurdistanek serbixwe ye. Ji xwe sedema ku PKK ji sibê heta êvarî êrîşî PDK û Barzanîyan dike jî ev e, xeta Kurdistanîbûn û serbixwebûnê ye.

Wezîrê Paraztina Tirkiyê Yaşar Guler carek din anî zimên ku “li Surîyê û Iraqê (Kurdistanê)ew bi biryar in korîdora ewlehiya 40 kîlometreyî ava bikin”. Ev yek plan û projeyek her du alîyan, ango plan û projeya hevbeş a Tirkîyê û PKK bi xwe ye.

Her çiqasî Yaşar Guler bêje ku bi vê korîdora ewlehîyê armanca wan tunekirina terorîstên PKK ye jî, armanca stratejîk tengkirina çembera li dora PDK û Barzanîyan, lawazkirina destkeftin û desthilatdarîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bitenêhiştina wan e.

Helbet bi qasî Tirkîye, Sûrîye, Iraq û Îranê nebe jî, di xurtbûn û xurtkirina PKK de rola PDK jî mezin e. PDK ji roja roj de li hember PKK, li hember armanc, kiryar û siyaseta wê ya dijminane bêdeng ma. Li hember valakirina 600-700 gundên derdora Duhokê bêdeng ma, li hember dagîrkirina Şingalê û hevkarîya bi Heşda Şabiî re bêdeng ma, li hember dagîrkirina Rojava bêdeng ma, ne li bakur û ne jî li rojhilat û rojava destê alîkariyê dirêjî partîyên hevalbendên xwe nekir, ew xurt nekirin, ew ji hev parçe kirin, nehiştin alternatîfek Kurdistanî çêbibe û li beşên din pişta xwe qewîn nekir. Ango PDK bi her awayî çavên xwe ji xurtbûna PKK re girt. Li şûna ku wek PKK li her çar parçeyên Kurdistanê xwe bihûne û ji dek û dolabên PKK û dewletên dagîrker re bibe kelem û strî, berevajî wê kir. Siyaseta wê ya “Başûrtî” zora siyaseta “Kurdistanî û giştî“ bir. Hem xwe bi tenê hişt, hem jî partiyên dost û hevalbendên xwe mexdûr kir û ji çap xist. Heger îro li Bakur 5-6 PDK hebin, heger li Rojava 5-6 PDK hebin, sebeb ev e. Siyaseta hindik û rindik e, siyaseta herêmî ye, ne siyaseta Kurdistanî-giştî û berfireh e.

PDK ji me baştir dizane bê PKK çi ye û xizmeta kê dike, ji me baştir dizane ku PKK zaroka dewleta Tirk û nevîya dewleta Sûrî, Iraq û Îranê ye. Belkî jî ji ber vê yekê bêdeng dimîne, xwe bêdeng dike, neçare bêdeng be. Şerê bi PKK re tê wateya şerê bi Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê re. Helbet şerê bi çar dewletan re ne karê kurê bava ye. Lê bi kêmanî meriv jî li gor wê, li gor wan, li gor ku ew dikin xebat û hesabê xwe dike. PDK bi stratejîyek giştî, bi xebat û rêxistinek an rêxistinên binerdîn dikarîbû li hemû beşên Kurdistanê xwe xurt bike û dezgehên xwe çêke. Lê mixabin nekir û ji îro û pêde jî zehmet e bike. PDK bi hêza xwe, bi derfetên xwe û ji bo paraztina xwe dikarîbû li beşên din gelek goncal û xendekan li pêşîya neyarên xwe vede, gelek astengîyan ji wan re derxe, lê mixabin wek gelek caran, ev derfet jî ji destê xwe revand û xwe di nav lep û pençeyên neyarên xwe de bi tenê hişt. Û dixuye ku îro jî bi heman siyasetê, bi heman hest û hişmendîyê xeletîyên xwe dubare dike û ji xwe re li beşên din yên Kurdistanê kozik û çeperan çênake. Ji bo ku Duhok, Zaxo û Hewlêrê winda neke ji her tiştî re dibêje amîn. Ji bo ku çend destkeftîyên di dest de winda neke li dij baregehên artêşa Tirk dernakeve, serê xwe ji zext, gef û siyaseta Bexdayê re ditewîne. Petrola xwe dide bexdayê lê heta ku mûçeyên xwe ji Bexdayê distîne xwêhdan pê dikeve. Ev jî nerazîbûnê di nav xelkê de çêdike û bi taybet xort û ciwan hem ji wan û hem jî ji welatê xwe direvin û terkî dinya dibin.

Dixuye ku dewletên dagîrker û PKK bi siyaset û projeyên xwe PDK anîne asta ku dixwestin û hêdî hêdî bi ser dikevin. Heger Amerîka çend salên din ji Iraqê derkeve der, wê çi bê yan wê çi bînin serê PDK kes nizane. PDK hesabê xwe û pêşeroja xwe dike yan nake nizanim, lê ez ditirsim PDK wek salên 60î dîsa bi “Tifingên Birno” xwe bavêje tor û bextê çiyayên Metîna. Lê ew jî ne gengaz e, ji ber PKK çiyayê Metîna jî ji destê wan derxistiye û pêşmerge jî ne ew pêşmergeyên berê ne.

Werhasilî kelam, mesele bûye wek girêka kor, meriv nikare ji nav derkeve.

Tiştê ez dixwazim bêjim ev e; di vê cîhana berjewendperest de garantî û misogerîya pêşerojê tuneye. Zor gîzerê radike. Bê plan, bê proje, bê stratejîyek kûr û dûr serkeftinek giştî zehmet e. Bi siyaseta germik û nermik tu dewlet ava nebûne. Nexasim di Rojhilata Navîn de ev ne gengaz e. Zor û zêr û tifing û mêr stûna serkeftinê ye wesselam…

Rojevakurd

About The Author