Encam mirêka rastîyê ye

Nûrî Çelîk

Gelek caran her tişt li gor dilê meriv nabe. Şert û şirûtên navxweyî, yên cîhanê, yên dewletên cîran û yên herêmî ji kam û daxwazên meriv re dibin asteng û meriv di armancên xwe de diteqine, seqet dibe yan jî ji bo demek kurt yan dirêj têk dice. Ango, gelek caran hesabê male û sûkê li hev dernakeve, meriv di hesabê xwe de şaş dibe û li bazara sûkê destvala vedigere.

Gelek milet û neteweyan referandûmên serxwebûnê li dar xistine, xwestine ji dagîrkerên xwe veqetin û çarenûsa xwe tayîn bikin. Şert û şirûtên herêmî û cîhanî rê daye hinekan û rê nedaye hinekan. Referandûmên ku ji bo berjewendîyên dewletên serdest yên cîhanê pêwîst bûn bi ser ketine û hatine destekkirin, yên ku ne di berjewendîya wan de bûn nehatine destekkirin û li dij hatiye derketin.

Di 2014an de Hikûmeta Îskoçyayê referandûma serxwebûnê li dar xist û xwest ji Brîtanyayê cuda bibe. Ji ber hem berjewendîyêm Amerîka û şirîkên wê tê de tunebû û hem jî gelê Îskoçî jê re ne amade bû, referendûm bi ser neket û nehat destekkirin. Di 1ê Cotmeha 2017an de Hikûmeta Katalonyayê û referandûma serxwebûnê çêkir û xwest ji Îspanyayê cuda bibe. Her çiqasî gelê Katalonî piştgirî da referandûmê jî, ji ber ku parçebûna Îspanyayê ne di berjewendîya Amerîka û Ewropayê de bû, Katalonîyan nikarîbûn çarenûsa xwe tayîn bikin. Yanî, çarenûsa milet û neteweyên bindest îro (doh jî wilo bû) bi berjewendîyên dewletên wek Amerîka û Brîtanyayê ve girêdayî ye.

Referandûma Serxwebûnê ya ku di Îlona 2017an de li Başûrê Kurdistanê hat lidarxistin, mîna referandûma Îskoçya û Katalonyayê ji alî Amerîka, Brîtanya û dewletên din ve nehat destekkirin û piştgirî nedît. Her çiqasî rewş û mercên Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn ne wek a Îskoçya, Katalonya û Ewropayê be û jê pir zehmettir be jî, piranîya Kurdên Başûr piştgirî dan referandûma serxwebûna Kurdistanê û guh nedan berjewendîyên Amerîka û hevpeymanên wê.

Helbet lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê kêfa me û gelek Kurdan anî, hêvîya Kurdistanek serbixwe da me û ji derveyî PKK piranîya Kurdan piştgirîya wê kir. Lê rastîyek derket holê ku berî referendûmek, şer yan berxwedanek bê kirin, divê kar û xisara wî û wê di ber çav re bê derbaskirin, ne encamên wê yên îro û rojane, lê encamên wê yên sibê û dusibê baş bên nirxandin û hesab li ser pêşerojê bê kirin. Îro gava em li encamên referandûmê dinerin, dibînin ku ji xeynî lidarxistina referandûmê, ji xeynî dilxweşkirin û hêvîdarîya Kurdan pê ve tu encamek bi xêr dernexistiye holê. Di ser lidarxistina referandûmê re 7 sal derbas bûn. Lê mixabin îro hêvîyên ku me ji Referandûma Serxwebûnê dikir, wek gelek caran cîhê xwe ji bêhêvîtî û xeyalşikestinê re hişt. Her çiqasî em referandûmê ji bo pêşeroja Kurdan wek tapo û qoçanekê bibînin jî, ew tapo û qoçan ketiye nav refikên dîroka Kurdan û wê kengî ji nav wan refikên tozgirtî derkeve kes pê nizane.

Piştî referendûmê û rikberîya (hûn bêjin serhişkî) ku li dijî berjewendîyên Amerîka û Brîtanyayê hat kirin, tu pirsgirêkên Hewlêr û Hikûmeta Bexdayê çareser nebûn û her ku çû xirabtir bûn. Neşandina mûçeyan nimûneya herî piçûk e. Ji xwe em behsa jidestçûna Şingalê, Kerkûkê, pêkanîna maddeya 140, Erebkirin û guhertina demografîka Başûrê Kurdistanê û gelek bûyerên din nakin. Astengkirin û neşandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nimûneya herî piçûk û herî watedar e. Yek ji sedemên vê nakokîyê jî bûguman lidarxistina referandûmê û xwesteka cudabûna ji Iraqê ye. Ev jî ne tenê li gor hesabê Iraq, Îran û Tirkîyê tê kirin, li gor hesabê Amerîka û Brîtanyayê jî tê kirin. Amerîka û Brîtanya ji referandûma ku bêyî razîbûna wan hat kirin tiştek fêhm kirin. “Kurd bi ya me nakin!. Heger sibe dusibe Kurdistanek serbixwe ava bibe jî wê Kurd bi ya me nekin û wê ne di bin kontrola me de bin. Ji ber vê, Iraqek xurt û yekgirtî ji me re çêtir e“. Heman tişt bi serê Katalonîyan de jî anîn. Eşkere gotin ku Îspanyayek parçekirî ne di berjewendîya wan de ye. Sibê çi dibe, şert û mercên pêşerojê çi dide ber me kes nizane. Lê îro welatên Rojavayî ji Kurdistanek serbixwe re ne amade ne, lidarxistina referandûma serxwebûnê heta radeyekê ji Amerîkî û Brîyanîyan re bû wek mahne û bertekekê. Ji ber vê jî Amerîkî û hevpeymanên wê naxwazin zû bi zû nakokîyên Hewlêr û Bexdayê çareser bibin û bi vê yekê re jî heyfa xwe ji PDK û Barzanîyan distînin. Çawa ku Ewropîyan ( bi taybet Brîtanya û Fransa) bi parçekirina Kurdistanê û bindestkirina Kurdan hefya xwe ji Selaheddîn Eyûbî stendin, îro jî Amerîka û Brîtanya temenê PDK û Barzanîyan bi çûn û hatina Bexdayê derbas dikin û heyfa referandûmê ji wan hiltînin. Li gotinên xweş, şahîk û girover, li danûstendinên germik û nermik nenerin, ew ziman û têkilîyên diplomatîk û xapandinê ne. Nêt û helwesta rasteqîn di kiryar û rewşa heyî de zelal û eşkere ye. Yanî, kiryar û encam mirêka (neynika) rastîyê ye.

Bi kurt û Kurmancî; dibêjin “şeytan têkildarî kar û barên lezgîn dibe“. Car heye divê meriv destê xwe li masê bixe, car jî heye divê meriv xwêsîya xwe daqurtîne û li bendî roj û fersenda xwe be. Yên ku biryarê didin ne em in, rewş û merc in, desthilatdarên dinyayê û berjewendîyên wan e wesselam…

About The Author