Hevalleran dîsa tir ji Rûdawê berda

Zinar Qelemşûr

Ji berê de gotine “Kurd ji xwe re zelqan û ji xelkê re hêkan dikin“. Bratîya xelk û ummetê, çîrok û çîvanokên bê bingeh, teorî û xeyalên dûrî civaka Kurd, hiştiye ku Kurd mejîyê xwe bixwin û ji kesayet û vîna Kurdayetîyê derkevin. Ji ber vê jî tu gû ji me derneketiye û bi vî aqilê mirîşkê dernakeve jî.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk, dema ku li ber Sazîya Tib a Edlî ya Stenbolê nûçe dişopand, ji alîyê endamekî Partîya Herêmên Demokratîk (DBP)ve hat astengkirin û zirt lê hatin kirin. Endamê DBP got ku “Polîs dikare me bişopîne lê hûn nikarin“ û polîsên Tirko ji nûçegihanê Kurd çêtir û hêjatir girt. Helbet ev ne cara pêşî ye û wê ne cara dawî be jî.

Kesê navborî heqaretên devkî li nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk kir û bi gef û zirtan xwest wî ji cîhê nûçegihanê dûr bixe.

Aha ev in ha! Evên ku Kurdan ji Kurdan re dikin dijmin kesên bi vî rengî ne. Kesên ku polîsên Romê ji rojnamevanên Kurd çêtir û hêjatir bibînin bahwer bikin ne xêrxwazên doza Kurd û Kurdistanê ne, ne yekîtîxwaz in, ne ji bo xêra Kurdan dixebitin.

Werhasilî kelam, her çiqasî Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan û Serokê DEMê yê Parêzgeha Stenbolê Murat Kalmaz diyar kirin ku ew ji ber vê rewşa sosret gelekî poşman in û ewê guhê wî kesî bikşînin jî, vala ye.

Cemîyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat (Bakurê Kurdistanê)ev lotika endamê DBPê şermezar kir û mîrkutek li nav serê wî xist. Lê bi vê mîrkutê wê aqilê wî bê serê wî yan neyê, kes nizane. Lê dibêjin kurmê şîrî heta pîrî ye. Heta ev jehra bratîya xelk û ummetê û xeyalên demokratîkkirina dewletên dagîrker di mejîyê me de be, emê hertim heman pelûl û tirşikê bixwin û hûn sax..

Stenbol

About The Author