Xal û xwarzê li hev hatin

Pîrkemal

Belê, piştî ku Îsraîlê tir ji Hizbûllah a Lubnanê berda û serokê wê Hesen Nasrallah kujt, agir bi şerwalê rayedarên Îran û Romê ket. Serokê Îranê Alî Xamaney ji tirsa kujtinê cîh diguhere û xwe ji ber lotikên Benyamîn Netenyahû vedişêre. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezejkîyan serdana Herêma Kurdistanê kir û xwe nêzîkî Kurdan dike. Desthilatdarîya Romê jî ket nav tirsa ku Kurd bibin hevalê Îsraîlê û dewleta Romê parçe bibe. Ji ber vê tirsê, dîsa dest bi lotikên germik û nermik kirin û wek dem û dewranên berê, dîsa dixwazin bi dek û dolabên Elî Osman Kurdan ji rê derxin û wan bi xwe ve pîne bikin.

Serokê partîya nîjadperest a Romê û neyarê riknê millet Kurd Devlet Bahçelî li meclîsa Romê serdana koma DEM partîyê kir, destê wan girt û hejand û li hale wan pirsî. Yanî xal û xwarzê piştî demek dirêj li hev hatin û peyama destpêka pêvajoyek nû dan. Herdu partîyên ku li li derve neyarên hev lê li meclîsê dostên hev in (S. Sureyya Onder gotibû, erê em li derve şerê hev dikin lê li meclîsê em li ser maseyekê xwarinê dixwin), bi navtêdana Serokkomarê Dewleta Romê û dewleta sererd û binerd dixwazin peyamekê bidin Îsraîl û hevpeymanên wê ku Kurd û Romî brayên hev in û ewê nikaribin wan ji hev cuda bikin. Helbet ev jî yek ji lîztik û fen û fûtên dewleta Romê ye û di hemû rojên teng de heman dek û dolaban li serê Kurdan digerîne.

Ev herdu partî (yanî xal û xwarzê) her çiqasî di aiwa gelemperî de wek dijmin û neyar xuya bikin jî, xwedîyê heman armanc û hedefê ne. Tirkîyeyîbûn, Tirkayetî û neyartîya Kurdistanek serbixwe, Kemalîzm û pûçkirina hest û hişmendîya Kurdan armanca hemû partîyên sîstema dewleta Romê ye. Ji ber vê, şerê navbera wan şerê bi şêwir û mişêwir e û armanc heman armanc e.

Axir..

Heger em hemû kiryar û nêtên xirab deynin alîyekî, xweşbûn û nermbûna navbera partîya DEM (PKK), MHP (Devlet Bahçelî) û AKP (Erdogan) gavek erênî ye. Berdewamîya dan û stendinên wan kêm yan zêde wê di xêra Kurdan de be û belkî ev nermbûn û nêzîkbûn bi xwe re pêvajoyek nû, pêvajoyek aştîyê bîne û piçekî be jî Kurd bê tirs bêhna xwe bidin û bistînin.

Werhasilî kelam, çi gava ku ji bo aştîyê bê avêtin divê bê destekkirin. Belkî ev dan û stendin bandorê li ser sazkirina makzagonek nuh bike û piçûk bin jî Kurd hinek destketinan bi dest bixin.

Ê de ya bi xêr….

About The Author