Lotika HUDA PARê lotikek pîroz e

HUDA-PARê ji bo dersa bijarte ya Kurdî seferberî da destpêkirin û lotikek pîroz avêt. Em vê lotika wan pîroz dikin û hêvîdar im ku li buhuşta gewrik her yekê 72 horîyên germik û nermik bibe nesîbê wan.

Berdevkê HUDA PARê û mêrê bi sed mêrî Serkan Ramanli, ji bo balê bikişîne ser mijara „tercîhkirina zimanê zikmakî“ wek dersa bijartî, bi Kurdî axivî û destnîşan kir ku ji îro û pê ve ji bo zarokan teşwîqî hilbijartina zimanê Kurdî bikin û zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin, dest bi kampanyayê kirine.

Berdevkê HUDA PARê û Wekîlê Êlihê Serkan Ramanli, di civîna çapemenî ya li meclîsê de bi Kurdî daxuyanî da û bal kişand ser dersên bijartî.

Ramanli, anî zimên ku divê her kes zimanê xwe yê zikmakî hîn bibe, bi pêş bixe û got: „Îro ez dixwazim li ser zimanê me (Kurmancî û Zazakî) hin tiştan parve bikim. Ji ber ku zimanê me gav bi gav ber bi tunebûnê ve diçe, ciwanên me êdî nikarin bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Sala borî me kampanyayek da destpêkirin da ku dê û bavan teşwîqî qursên zimanê Kurdî bikin û qursên zimên hilbijêrin. Di encama xebata me de zêdetirî 6 hezar kesî ev kursên zimanê Kurdî tercîh kirin“ û pê de çû.

Ramanli, diyar kir ku divê dersa hilbijartî bê nirxandin û wiha got: „Madem niha derfetek wilo heye û Wezareta Perwerdehîya Netewî di dibistanên amadeyî de ev derfet daye me, çima emê vê derfetê bi kar neynin? Divê em erka xwe bi cîh bînin“ û dîsa pê de çû:

„Bi deh salan nasnameya me hat înkarkirin û zimanê me hat qedexekirin. Em dizanin ku hîna zimanê me li gelek herêm û sazîyên fermî qedexe ye.

Lê ev nayê wê wateyê ku divê em derfetên heyî red bikin. Divê em zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin. Ne tenê hînkirina zimên, wê wêjeya Kurdî û dîroka Kurdî jî gav bi gav di nav gelê me de hişmendîyek mezin çêbike.
Lewra Allah û Teala di Qurana pîroz de xîtabî me hemûyan dike û destnîşan dike ku cudahîya şekil, reng, ziman û eşîrên me ji ayetên xweda ye. Ev cudahî ne sedema cudabûn û nakokîyan in. Ev nikare bibe sedema nakokîyên navxweyî“ filan û bêvan.

Di dawîya lotika xwe de Ramanli got:

„Em hêvîdar in ku îsal bi deh hezaran zarokên me dersên bijartî hilbijêrin. Ez bang li gelê xwe û dê û bavan dikim. Bila zimanê me neyê jibîrkirin. Îro zarokên me bi her awayî tên asîmîlekirin. Zimanê xwe winda dikin. Adet, urf û toreyên me winda dibin. Bila rê nedin vê û pêşî li vê hilweşandinê bigirin“ û dawî li lotika xwe anî.

Ziman nasname û hebûna miletekî ye. Asîmîlasyon û têkçûna zimanê Kurdî malxerabî ye, windabûn û mihandin e. Çi kes yan partîyên ku xêrekê ji bo zîndekirin û jîyana zimanê Kurdî bike, divê bên destekkirin û pîrozbahî li wan bê kirin.

Ê de aqûbet li serê DEM partîyê û serokên wê yên Tirk û Ereb be jî rebbî….

Stenbol

About The Author