Ûsivê Kiftecî qûn li wan qetand

Abdûllah El Kurdî

Ûsivê Kiftecî (Kofteci Yusuf) li Tirkîyê kiftecîyekî meşhûr e, li gelek bajarên Tirkîyê 278 aşxaneyên wî û 12 hezar karkirên wî hene. Yanî, bi xêra wî 12 hezar kes debara xwe dikin û zikê zarokên xwe têr dikin.
Ev demek e propagandayek mezin li dijî tê kirin û bi taybet medya desthilatdarîya Romê ew dane ber lotik û zîtirkên bergîlkî û dibêjin di kiftikên Ûsiv Beg de “goştê berêz” derketiye.

Li gor tê gotin, berî niha Wezareta Çandinî û Daristanan ji Ûsivê Kiftecî 750 hezar Dolar (750.000) bertîl (rişwet-xerac) xwestiye, lê Ûsiv Beg ev bertîl nedaye wezaretê. Piştî ku wezareta Romê di stendina xeracê de pê girtiye û bi ser neketiye, îcar bi lêkolîn û raporên sextet daye zanîn ku Ûsivê Kiftecî di kiftikên xwe de goştê berêz bi kar tine û medya girêdayî dewthilatdarîyê li dijî Ûsivê Kiftwecî seferber kiriye. Êêê, ma medya qûnalês li çi digere!

Axir, piştî lotik û zîtirkên wezaretê û medya potînalês, Ûsivê Kiftecî derket pêşberî çapemenîyê, daxuyanî da û got: “Van dêqehpan Komployek Navxweyî û Navnetewî li min kiriye. Ji bo min rişwet nedaye wan dixwazin min li pataxê bixin ( bidin îflaskirin) û bi nanê min û 12 hezar karkirên min bilîzin” filan û bêvan.

Werhasilî kelam, kî kê li pataxê dixe yan naxe, kî di kê de dibe ne derdê me ye. Esasen pataxa mezin Ûsivê Kiftecî bi serê wan de anîye û heta bi qurmik xistiye wan.

Çima hûn zanin?

Heger rast be û Kiftecî Ûsiv goştê berêz dabe sedhezaran mişterîyên xwe, ewên ku qaşo misilman in û di bin perdeya misilmantîyê de her gûyî dixwin û her zinêkarîyê dikin, heta bi qurmik pê girtin. Li gor ku goştê berêz xwarine, êdî çûna bihuştê û zewaca bi 72 horîyan re li wan herimî û wê rasterast berê xwe bidin cehnema germik û nermik. Yanî bi antîpropayandaya Ûsivê Kiftecî xwedê jî bi xwe hisandin û bi saxî gora xwe kolan wesselam…

Ruha

About The Author