Ew karê xwe dikin, lê em çi dikin?


Nûrî çelîk

Wek min gelek caran anî ser zimên, siyaset huner û xisletek (qabîlîyet) bi serê xwe ye. Siyasetmedar divê xwedîyê huner û xisleta siyasî bin, divê dûrbîn bin, divê şopgerên siyaseta herêmî û cîhanî bin, û ji her tiştî wêdetir, divê wek canbazên ku li ser du benan dilîzin şareza û xwedîyê plan û projeyên dûr û nêzîk (taktîk û stratejî) bin. Siyasetmedarên me xwedîyên vê huner û xisletê ne nizanim, lê pirêza ku îro li ber çav e her tiştî bi zelalî radixe ber çav.

Di cîhana nûjen de partî ji bo gihiştina armancekê tên damezirandin da ku karibin nûnertîya raman û daxwazên xwe yên siyasî û netewî bikin. Di welatên bindest wek Kurdistanê de partî ne ji bo partîtîyê, ji bo doza azadîya gel û serxwebûna wî welatî tên damezirandin. Ango partî hacet û alav in, ne armanc û hedef in. Lê mixabin li Bakurê Kurdistanê û li hinek beşên din jî partî û berjewendîyên partîtîyê bûye armanc, azadîya miletê Kurd û doza Kurdistanek serbixwe bûye hacet û alavên wan partîyan û li ser wî navî siyasetê dikin, li ser wî navî nanê xwe dixwin û dijîn. Hinek li qad û meydan û meclîsan, hinek jî di salonên girtî û civatên teng de xwe pê mijûl dikin. Partîyên me ne wek partîyên welatekî blindest û dagîrkirî, lê wek partîyên welatekî azad û serdest siyasetê dikin yan dixwazin bikin. Gava rewş ev be jî, bikî nekî ji wî ruh û giyanê mîlîtanî, ji wî ruh û giyanê tekoşerî û berdêldayînê dûr dikevin û mehkûmî tekoşerî û rizgarîxwazîya li salonan dibin.

Di ser Peymana Sykes Pîkot (parçekirina Kurdistanê) re sed sal derbas bûn û tê dîtin ku pêwistî bi guhertina nexşeya Rojhilata Navîn heye. Buhara ku ji nav welatên Erebî dan destpêkirin îro jî bi şerê navbera Îsraîl û Îranê (Sûrî, Filistîn û Hizbûllah) didomînin. Em bixwazin nexwazin, baş yan xirab wê peşkên vê guhertinê li Kurd û Kurdistanê jî bikevin. Heger hesabê xwe û pêşeroja xwe bikin û bi tifaq bin, dibe ku xêrekê ji vê guhertinê bibînin. Yan na, bi berberi û neyartîya navxweyî ya îro wê sed salê din jî di rûne xwe de biqelin û heta sed salê din wê Kurd hebin yan tunebin jî pirsek bi serê xwe ye.

Şerê li Rojhilata Navîn û gumana guhertina nexşeya herêmê di serî de dagîrkerên Kurdistanê dixe nav tirs û xofê. Bi taybet Tirkîye û Îran di nav tirs û xofek mezin de ne. Ji ber vê, çi bi xwe û çi jî bi rêya partî û dezgehên bi wan ve girêdayî ketine nav antîpropagandayek dij Kurdistanî û heta ji wan tê damezirandina Kurdistanek serbixwe li ber çavê Kurdan reş dikin. Yek ji wan partîyan jî bêguman PKK û partîya wê DEM e.

Daxuyanîyên Hevseroka DEM Partîyê Tulay Hatimogullari di medya civakî de pir hat û tê rexnekirin. Çepgira Ereb a bajarê Xatayê Hatimogullari , di 2014an de bi daxuyanîyekê li dijî parçebûna Iraqê û li dijî Kurdistanek serbixwe derketibû û kîn û nefreta xwe ya li dijî Kurdan raxistibû ber çav. Piştre hatimogullari wek gelek Tirk û Erebên din bi paraşûtê daxistin ser serê partîya DEMê, ew kirin hevserok (yanî komsera siyasî) û berdevka Kurdan. Hatimogullari îro jî bi heman hest û hişmendîyê li dijî guhertina nexşeya Rojhilata Navîn derdikeve û ji bo Kurdistanek serbixwe neyê damezirandin bi daxuyanîyên xwe xizmetê ji siyaseta dewletê re dike. Ji alî min ve ev yek tê fêhmkirin çunkî ev partî ji bo vê yekê hatine avakirin, xizmet û mîsyona ku dane ser milê wan êdî ne veşartî lê bi eşkereyî dibêjin û pêk tînin. A ku ez fêhm nakim, bêdengîya partîyên Kurdistanî (heger hebin) ye.

Gelek Kurdperwerên serbixwe li dijî daxuyanîyên Hatimogullari û Partîya DEMê rehên qirika xwe qetandin û rexne kirin. Lê çi hikmet be partîyên ku xwe di mirêkê de wek dêwên heftserî dibînin, çawa ku li dijî daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê bêdeng man, li dijî daxuyanî û helwesta Hevseroka DEMê jî bêdeng man û rûn li ser nanê siyaseta wan a dij Kurdistanî kirin. Yanî, bi bêdengîya xwe bûn şirîkê wan.

Wek hûn zanin, Serokê MHP (partîya nîjadperest) Bahçelî li meclîsê destê wekîlên DEMê girt û peyama pêvajoyek nerm û germ da. Ev desthejandin bi dîtinên cûrbicûr hat şirovekirin. Her çiqasî gelekan ev wek destpêkirina pêvajoyek nû nirxandin jî, di gotinên Bahçelî û Serokkomar de eşkere bû ku mesele ne destpêkirina pêvajoyek nû, lê tirs û xofa guhertina nexşeya Rojhilata Navîn û damezirandina Kurdistanek serbixwe ye. Tirsa ku Kurd xwe ji plan û projeyên Îsraîl û Amerîkayê dûr bigirin û dîsa bi çîrokên bratîya xelk û ummetê Kurdan ji hest û hişmendîya wan a netewî û serbixweyî dûr bixin. Ango, wek her caran lîztik û dek û dolabek ji yên dewleta Elî Osman e.

Bi kurt û Kurmancî; PKK û DEM erk û mîsyona xwe pêk tîne û gazind ji wan nabe.

Pirsa sereke ev e:

Em çi dikin!?

About The Author