Xwelî li serê me be!

Pîrkemal

Zêdeyî 40 milyon Kurd li seranserê Tirkîyê ( tev Bakurê Kurdistanê) dijîn. Hinekan bi nave bratîya ummetê û hinekan jî bi nave bratîya xelkên dinyayê hefsar xistiye stuyê wan û wan lid û xwe dibin û tînin, netew-dewletê ango Kurdistanek serbixwe li wan heram dikin û wan bi qûna dagîrkerên wan ve dizeliqînin. Lê xelk wek me ne ehmeq û xwelîser in. Hejmara wan 100 hezar be jî ji xwe re dewletek serbixwe dixwazin û naxwazin qûna dagîrkerên xwe balêsin.

De ji xwe re li Serokê Bektaşîyên Albanyayê (Arnavût) binerin. Mêro ji bo 100 hezar Bektaşîyên li Albanyayê dewletek mîna Vatîkanê dixwaze û di hewldana avakirina wê de ye.

Serokê Navenda Bektaşîyên Cîhanê ya li Albanyayê Edmond Brahîma, ji çapemenîyê re da lotikan û diyar kir ku ew gelê Îsraîlê wek birayên xwe dibînin û ji hikûmeta Albanyayê xwest ku qanûnek taybet derxe û li Tîranê dewletek mîna Vatîkanê ji Bektaşîyan ava bike.

Hûn dibînin bê serok û rêberên xelkê çawa û çilo ne ne? Heta bi keşe, pîr û mîrên xelkê jî lid û dewletek serbixwe ne. Lê yên me ji xulamtîya xelkê, ji xulamtî û qûnalêsîya dagîrkerên xwe pê ve tu gû ji wan nayê.

Ma hûn ji Edmond Brahîm ê rîhdirêj jî şerm û fedî nakin xwelîserno!

Albanya

About The Author