Abdûllah El Kurdî

Îsraîlê wek pisîka ku bide dû mişk daye dû serokên HAMASê û yekî li dû yê din dikuje. Piştî Îsmaîl Hanîye, Hesen Nasrallah û Haşim Safiyuddin, Yahya al-Sinvar jî ket nav karwanê kujtîyan û berê xwe da axreta gewrik.

Li gor ku axretîyan ji dinyayîyan re gotiye, niha hemû serokên HAMASê li cehnemê kêf û seyranê dikin û hemû jî bi Kurdî dipeyivin. Li gor ku sofîk û melayên Tehranê digotin, dibêjin zimanê cehnemê Kurdî ye û kî bicehime cehnemê mecbûr e bi Kurdî bipeviye. Ji ber vê, cîhê ku herî azad zimanê Kurdî lê tê axavtin cehneme ye û niha bi milyonan kes li cehnemê bi Kurdî dipeyivin.

Axir…

Li gor fitne û fesadên HAMAS û Hizbûllahê dibêjin, ji ber tirsa Îsraîl û kujtinê, êdî kes newêre û naxwaze bibe serokê HAMASê. Îsraîlê tirsek wilo xistiye dilê wan ku serokatî ji wan re bûye kabûs û heger bi vî awayî here wê HAMAS bibe wek pezê bê şivan..

Ê de ya bi xêr…

Lubnan

About The Author