Erê dinyayê, dinya ji serokê sererd û binerd ê Fethûllahçîyan re jî nema. Fethûllah Gulen (Feto) di 83 salîya xwe de li Amerîkayê xatir ji mirîdên xwe xwest û berê xwe da axreta gewrik nav horî û morîyan.

Fethûllah Gulen ê ku dîn dijminê Kurdan bû lê wek Dirêjo bi vekirina televizyona Dunya TV xwest destê xwe di ser serê Kurdan re bibe û pirsa Kurd bi televizyonekê çareser bike, gelek caran neyartîya xwe eşkere dikir. Gulen ji ber ku M. Saîdê Kurdî (Nûrsî) Kurd bû destê wî maç nekiribû û di vîdeoyek xwe de bang li hêzên ewlekarîyê kiribû û gotibû “eroînê têxin mala Kurdan û wan desteser bikin”.

Axir, xuyaye îsal meha Cirîya pêşîn ( Cotmeh, Kewçêr) li misilmanan nehat. Li Îranê Îsmaîl Hanîye, li Lubnanê Hesen Nasrûllah, Haşim Safiyuddin û Yahya Sînwar berê xwe dan cehnemê û niha jî Gulenê pozşerbik çû.

Feto hem bi destê dewleta Romê û hem jî bi piştgirîya Amerîka û dewletên din ji dewletekê xurttir û dewlemendtir bûbû. Ji ber nakokîyên desthilatdarîyê ew û Dirêjo bi mîrkutan rabûn hev û di dawîyê de Dirêjo zora wî bir û ew kir xayînê welêt. Dirêjê berber û mixalefeta Tirk bi saya serê terorîstkirina Feto bêdeng kir. Mixalefeta Kurd jî bi saya serê PKK bêdeng kir û dike. Yek çû û ma yek.

Werhasilî kelam, dînazorê Feto çû. Ê de aqûbet li dînazorên me Kurdan be jî rebbî…

Erebistan

About The Author