Belê, dawet ferikî û berbûk hetikî. Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê xilas bûn û herkes li ser qûna xwe rûnişt.

Hilbijartin bê şer û pevçûn, bê lotik û zîtirk, bi aramî û asayî bi dawî bû. Ev tiştekî xweş bû, bi kêmanî Kurd rezîl û riswa nebûn.
Di propaganda hilbijartinê de hedu alîyan, yanî PDK û YNK hevdu dan ber lotik û zîtirkan û car caran jî hevdu bi xiyanet û xakfiroşîyê sûcdar kirin. Herdu alî bi xwe bahwer bûn ku wê bibin mîrê Hewlêrê û hikûmetek li gor dilê xwe hevkarên xwe damezirînin. Lê herdu alîyan jî xewn û xeyal dîtin û negihan wê rêjeya ku karibin hikûmetek yekdest ava bikin. Yanî, herdu alî jî ji kerê de ketin.
Axir…
Her çiqasî PDK û Barzanî bûn partîya yekem û tir ji partîyên din berdan jî, nikare bi serê xwe hikûmetê damezirîne. Tew dibêjin YNP û serok Bafil Talabanî hem ji kerê de ketiye, hem jî ji qantirê. Rebeno ketibû nav xewn û xeyalên ku Hewlêrê bistîne, bibe şah û paşayê Hewlêrê û hikûmetek li gor dilê xwe nermik û germik damezirîne. Lê pê re derneket û jê re neçû serî. Feleka bêbext pişta xwe da wî û ew ji kerê de xist. Bi ser ku Bexda, Tehran û Qendîlê jê re li çepikan xist û serî lê mezin kirin jî, PDK û Barzanîyan şaşika sor li serê wî gerandin û ew bê eraq serxweş kirin.

Halîhazir dixuye ku PDK û YNK, Barzanî û Talabanî mecbûrî hev in û ji bo avakirina hikûmetê divê mûlidekê bidin, li hev bên û koalîsyonekê çêkin. Heger koalîsyonê çênekin û nebin şirîkên hev ên hikûmetê, wê Hikûmeta Bexdayê mûçeyên ku bi zor û heft bela dişandin jî neşîne û wê herdu alî jî ji birçîna bimirin.

Werhasilî kelam, qet xema nexwe kak Bafil.

Xwedê kerîm û rehîm e.

Îsal nebû salek din, salek din nebû du salên din, du salên din nebû çar salên din. Heger xwedê bê erê rojek bê tuyê bibî Mîrê Hewlêr û Silêmanîyê û hespê xwe li gor dilê xwe bibezînî û tu sax…

Berxwedan jîyan e kaka!

Kerkûk

About The Author