PDK û YNK du telaşên sêvekê ne

Mihemed Soran

Belê, daweta hilbijartinê ferikî û berbûk hetikîn. Her çiqasî PDK di hilbijartinan de bûbe partîya yekem û YNK partîya duyem jî, hêza ku xurttir bû û kursîyên xwe yên parlamentoyê zêde kir, Tevgera Nifşê Nû ye.

Li gor daxuyanîya Komisyona Hilbijartinê,

PDK 809 hezar û 197, YNK 408 hezar û 141, Tevgera Nifşê Nû 290 hezar û 991, Partiya Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 116 hezar û 981, Partiya Civaka Dad a Kurdistanê (Komel) 64 hezar û 710, Tevgera Halwest (555 hezar), Eniya Gel 33 hezar û 365 deng û Goran jî 11 hezar û 621 deng standin.

Û dîsa li gor Komisyona Hilbijartinê,

Di parlamentoya 100 kursî de PDK 39, YNK 23, Tevgera Nifşê Nû 15, Yekgirtû 7, Partiya Civaka Dad a Kurdistanê (Komel) 3, Halwest (Duruş) 4, Eniya Gel 2, Goran. 1 û Kurdistan Tê texmînkirin ku Koma Hevbendiyê 1 kursî bi dest xistiye.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasuvar Abdulvahîd, ku di hilbijartinên parlementoya Herêma Kurdistanê de bû sêyemîn, lotikek avêt, derket pêşberî çapemenîyê û got:

“ Canekem, armanca me guhertina hikûmetê ye. Li gor me divê serokê hikûmetê ne ji PDK û ne jî ji YNKê be. Ji bo me PDK û YNK du telaşên sêvekê ne“ û mîrkutek bêîman li nav serê PDK û YNK xist.

Abdulvahîd efendi da zanîn ku wê partîya di 4 salên meclîsê de „mixalefetek rast û kesanedî nîşan bide û ewê tirê ji PDK û YNK berdin.

Werhasilî kelam canekem, heger heta hilbijartinek din PDK û YNK heman qumaşê îro bin, heger wek îro partîperest bin, heger hesasîyet û pêwistîyên civakê negrin ber çav û bi taybet jî heger çareserîyekê ji pirsgirêkên xort û ciwanan re nebînin, wê Tevgera Nifşê Nû qûşê li wan biqetîne û bibe partîya yekem û xelas…

Silêmanî

About The Author