Nûrî Çelîk
Birastî carna dilê meriv bi meriv dişewite û kela girî dikeve qirika meriv. Gava meriv li encama tekoşîn û berdêlên ku hatine dan dinere û dibîne ku pirêza me erdekî beyar e, meriv li ber xwe û keda xwe dikeve.
Rojhilata Navîn bûye wek şorba kelandî. Şerê Îsraîl, Îran û solalêsên Îranê herêm sincirandiye û bikî nekî peşkên wê li Kurdan jî dikevin. Êrîşên Îsraîl, Îran, Hamas û Hizbûllahê, tirsa guhertina nexşeya herêmê xistiye dilê dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet dewleta Romê ketiye nav xirecirek mezin û hesabê man û nemana xwe dike. Ji ber bi mahneya PKK dixwaze hem destkeftîyên Başûr û hem jî yên Rojavayê Kurdistanê kêmtir yan jî beravêtî bike. Bi êrîşên ser Rojava dixwaze PKK a ku li Rojava ji kontrola wê derketiye yan jî derdikeve, dîsa têxe bin kontrola xwe û wê ji bin per û baskên Amerîka û hevpeymanên wê derxîne, rê li ber Kurdistanek serbixwe yan jî Kurdistanek otonom bigire. Ji ber vê, wek gelek caran, dîsa hewl dide ku bi çîrokên brayetî û goşt û nenûkê Kurdan ji rê derxe û wan bi xwe ve pîne bike. Ji PKK û Generalên Qendîlê zêdetir, Rojava û pêşeroja Rojava wan ditirsîne, armanca êrîş û bombebarankirina Rojava û xirabkirina dezgeh û binesazîyên Rojava jî ev e.
Axir, mesela me li ser şermezarî û helwesta mirovî û siyasî ye.
Ewên ku bi navê misilmanî û îslamê xwelîyê li serê 2 milyar misilman dikin, hêsrên tîmsehê li ser Filistînîyan dibarînin û êrîşên Îsraîlê şermezar dikin. Wek ku Kurd ne insan bin, ne beşerên xwedê bin, çavên xwe ji êrîşên dewleta Romê re digirin û bombebarana li ser Kurdên Rojava nabînin, naxwazin bibînin. Ev durûtî hem li dijî heq û hiqûqê mirovatîyê ye, hem jî li dijî bahwermendîya olê ye. Lê mixabin ol, quran, pêxember û xweda ji van îslamîstên siyasî re bûye pêlîstok û alava xapandin û berjewendîyê.
Helbet em li wan nagirin, Kurd sêwîyên ummetê ne û em nikarin tukesî mecbûr bikin ku xwe li ser me bidin kujtin. Lê gazinda me ji me bi xwe ye, û bi taybet jî ji Serokatîya Herêma Kurdistanê ye.
Li Bakur Kurd bi destên dewletê tên qetilkirin, Serokatîya Başûr bêdeng e, kerr û lal e. Rojava tê bombebaran kirin, jin, zarok, pîr û kalên Kurd ên sivîl tên qetilkirin, Serokatîya Başûr bêdeng e, şermezar nake. Êrîşên Îsraîlê şermezar dike lê yê Îranê nake. Tu dibê qey Kurdên Bakur û Rojava ne Kurd in, ne beşek ji Kurdistanê ne, lê ji Eyşika Ereb in. Serokatîya Başûr bi daxuyanîyên xwe bûye wek berdevkê dewleta Rom û Îranê, êrîşên Îsraîlê şermezar dike lê ji êrîşên Îran û Romê de bêdeng û kerr û lal e. Ev yek di heq û hiqûqê bratîyê de tuneye. Gerek bratîya Kurdan di ser her tiştî re bê girtin û li ku dibe bela bibe, Kurd li hev xwedî derkevin, hev biparêzin û bi êşa hev bêşin. Lê mixabin nabe. Berjewendîyên malbatî, eşîrtî, partîtî û herêmtîyê malik li Kurdan şewitandiye, Kurd ji hest û kesayetîya xwe dûr xistiye.
Helbet dîplomasî, siyaseta lihevragirtinê, bikaranîna zimanê dîplomasîyê girîng e. Helbet em rewşa Herêma Kurdistanê dizanin, dibînin û dizanin ku dora wê bi kozik û çemberên dijminane pêçayî ye. Helbet em dizanin ku Rom û Îran, têkilîyên bi Rom û Îranê re ji Hikûmeta Herêma Kurdistanû û Serokatîya Herêmê re girîng in û ji bo paraztina destkeftîyên xwe ji neçarî dostanîya wan dikin. Lê ev nayê wateya ku em ji her kiryar û kujtinên wan re bêdeng bin. Piçekî jî divê wefadarî hebe. Bi qasî ku Kurdên Bakur û Rojava di dema xwe de alîkarî û piştgirîya Kurdên Başûr, bi taybet PDK û Barznîyan kiriye, kesî nekiriye.
Ji şoreşa M. Mistefa Barzanî bigirin, ji Qiyada Miweqet bigirin û heta bi îro, Kurdên Bakur û Rojava ew bi tenê nehiştine. Çi bi malê xwe, çi bi canê xwe, xwe wek parçeyek ji şoreşa Başûr dîtine û dibînin. PKK û PYD tiştekî din in. PKK û DEM tiştekî din in. Her Kurdê ku xwe li wan gidire, çi bi qîm û riza xwe, çi ji mecbûrî û ji ber tunebûna alternatîfek din be, hemû ne PKK û PYDî ye, ne DEMî ne. Kurd in, dilşewat in û dixwazin li gor derfetên xwe tiştekî bikin. Ev nayê wateya ku em wan Kurdan bi agirê PKK û PYD bişewitînin. Divê em ji bîr nekin ku di xurtbûn û xurtkirina PKK û PYD de par û gunehê me û we jî heye. Heger me û we qad û derfet ji PKK û PYD re hiştibe, bi qasî PKK û PYD em û hûn jî şirîk û sûcdarên vê rewşê ne.
Wehasilî kelam, dibêjin girîyê herkesî li ser mirîyê wî tê. Lê mixabin û sed mixabin, tê dîtin ku girîyê Serokatîya Herêma Kurdistanê ne li ser Kurdan, lê li ser xelkê tê….
Qedera Kurdan ketiye destê Tirk û Ereban
Nivîskarên bê pênûs, rizgarîxwazên bê çek
Pismamê Esed got: Heger Kurd nelezînin wê pê bigirin