Pîrkemal
Alî Kemal Ozcan ê ku berî çend salan serdana A. Ocalan kiribû û nameya wî ji awira gelemperî re xwendibû, di derbarê rpjeva vê talîyê de hevpeyvînek bi lotikvanên Rûdawê re kir. Prof. Ozcan, lotikek qerase li nav sere Selahattîn Demîrtaş xist û got: “Jina min ji min berdayî be muxatabê dewletê Ocalan e, Demîrtaş nikare bibe aktorê pêvajoyê, ew ne bi kêrî şivantîyê tê, ne jî bi kêrî gavantîyê“.
Wek hûn zanin, Serokê Gur û Keftarên Tirkîyê Devlet Bahçelî li meclîsê, di civîna partîya xwe de bang li serokê sererd û binerd sayin Ocalan kir û got: “Ê de were ez qurban, were di civîna DEMê de baxive, biqêre û li ber çavê dinya û alemê PKK fesix bike, birûxîne û tire jê berde“ û lotikek kesanedî avêt.
Piştî vê lotika ku kesî ji Devlet Bahçelî hêvî nedikir, dê weledê xwe avêt, zelzele, tofan û qiyamet rabû, civaka Kurd û Tirk wek pez û garana gund li nav hev ket. Siyasetmedar gêj û sewsî bûn, alîgir û terefdar (hinek ji kêfan û hinek ji kerban) mest û serxweş bûn, hinek bûn kêr û hinek bûn penîr, û tsunami li rojeva Tirkîyê rabû.
Herkesî, her alî, her partîyê, her siyasetmedar û her pisporî lotika Bahçelî û şirîkê wî li gor hizra xwe, li gor şertên Tirkîyê û herêmê, li gor planên Amerîka û hevpeymanên wê şirove kir û tiştek jê derxist. Hinekan got “ev pêvajoya mizakere û aştîyek nû ye“, hinekan got “na wele lîztikek ji lîztikên Dewleta Alî Osman e“, hinekan got “bi telaq ji bo azadîya Ocalan e“, û hinekan jî got “bi qesem Bahçelî henekê xwe bi me dike“. Werhasil, her yekî tiştek ji lotika serşûnikê Bahçelî derxist.
Prof. Dr. Alî Kemal Özcan jî ji lotikan bêpar nema û wî jî dîtina xwe got. Ozcan ev pêvajo wek “pêvajoya çareserîya duyemîn” û wek “vejîna çaremîn a tifaqa hezar salî ya Kurd û Tirk“ pênase kir.
Ozcan effendi çi got?
Got: “Demîrtaş tu carî nabe aktorê pêvajoya nû. Berpirsiyarê têkçûna pêvajoya çareserîya berê Osman Kavala, Sirri Sureyya Onder û Selahattin Demirtaş in“.
Di mizakere û pêvajoya çûyî de Ocalan û Erdogan li hev kiribû. Kurdan şansek mezin dabû HADEP û Demîrtaş. Şansê ku bibe şirîkê hikûmetê û koalisyonê bi Erdogan û AKP re çêbe. HADEPê 80 wekîl derxistibû, 102 şaredarî bi dest xistibû, Erdogan behsa Kurdan dikir, behsa Kurdistanê dikir û rê ji sîstema eyaletan re vedikir. Lê Demîrtaş bi gotinekê keda 40 salî beravêtî kir û bi gotina “emê te nekin serok“ lotikek kesanedî li Kurdan xist û rê vekir ku MHP bibe şirîkê desthilatdarîyê.
Demîrtaş bi vê lotikê hem Ocalan û hem jî Erdogan binpê kir û planên wan serûbinê hev kir. Helbet ev yek jî bi aqilmendîya Qendîl, CHP, Feto û dewleta kûr kir. Ji xwe şerê xendekan, kujtina deh hezar xort û keçên Kurd, wêrankirina bajarên Kurdistanê, koçberkirina bi milyonan Kurd bû zêdebûna ser kezebê û parçeyek ji hişmendî û helwesta Demîrtaş. Helbet Ocalan û Erdogan ev yek ji bîr nekir. Ji ber vê, Demîrtaş îro li girtîxana Edîrneyê cereme û sûcê vê xeletîya xwe ya dîrokî dikşîne.
Ozcan effendi ne tenê li Demîrtaş, lotikek bêîman li dînazorên li Ewrûpayê, ango rêvebirên KCK li Remzî Kartal û zubeyîr Aydar jî xist, tir ji wan jî berda û got.
“Ez qet gotinên Remzî Kartal û Zübeyir Aydar bi ruhê Apocîtî û PKK re nanirxînim. Ez dubare dikim. Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar CHPî ne. Ruhê wan hê jî ruhê CHP ye. Bi gotinek din, ew parazît in û ji xeleka Kemalîst derneketine“.
Ez serê we bêşînim û neêşînim, sibê çi dibe çi nabe, çi tê guhertin yan neyê guhertin nizanim. Lê tiştê ez zanim aqilê me ji kîsî xelkê ye û ji ber vê bêaqilîya me wê hê gelek tofan û ecacokên mezin li serê me rabin wesselam..
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka