Zinar Qelemşûr
Lotika ku serokê nîjadperestên Tirk Devlet Bahçelî ji nedîtî ve avêt, gelek Kurd bê eraq pê serxweş bûn û ketin nav xeyala pêvajoya aştî û çareserîyek demokratîk. Lê zarokek du salî jî dizane ku heta sing nekeve kuna Romîyan, Romî Kurd û hebûna Kurdan qebûl nakin.
Werhasil, serşûnikê Bahçelî xwe avêt tor û bextê bîjîyê Kurd Zîya Gokalp û bi gotinên wî dîsa xwest mejîyê Kurdan bişo. Zîya Gokalp ê Amedî yek ji afirmendê Tirk û zimanê Tirkî ye û di pêşketina Tirk û Tirkayetîyê de rola wî ji serê Bahçelî jî mezintir e.
Serşûnikê me gelek gotinên Zîya Gokalp anîn ser zimên û got: Heger Tirkek ji Kurdan nez neke ew ne Tirk e, heger Kurdek ji Tirkan hez neke ew ne Kurd e. Yekîtîya Tirk û Kurdan hem olî hem jî siyasî ferz e“ û da lotik û zîtirkan.
Yanî, serşûnikê me li vir hebûna Kurdan qebûl kir. Ê helbet gava hebûn û rastîyek hebe, wê pirs û pirsgirêkên wan jî hebin. Lê Bahçelîyê ku wek canbazan li ser du şerîtan dilîze, dibêje li Tirkîyê pirsa Kurd tuneye û wê qet çênebe jî.
Ê dinya wilo ye qurban. Ji me Kurdên xwelîser pê ve herkes li berjewendîyên xwe û welatê xwe difikire. Bahçelî û şirîkê wî dîsa dixwazin bi saya serê Kurdan, bi xêra kîrê Kurdan xwe ji bohrana siyasî, aborî û herêmî rizgar bikin û sînorên welatê xwe misoger bikin.
Di gotin û lotikên Bahçelî de carek din eşkere bû ku mesele ne destpêkirina pêvajoyek nû, ne naskirina mafê Kurdan, lê li ser asasê înkar û tunekirinê bikaranîna Kurdan e. Wan bi kar bîne, bi xwe ve bileziqîne, li ser pişta wan bibe mîr û wezîr, lê înkara hebûna wan bike.
Hey yawrûm hey!
Steenbol
Miletên razayî yan dimirin yan jî wek kole şiyar dibin
Hûn bi vê qûşê nagihên Mûşê cîgerim!
Hemi NANÊ SÊLÊ ne, kes nabe NANÊ TENÛRÊ