Av.Ezîz Dîlan
Berberî û rikberîya navbera partîyên sîstema Tirk berdewam e. Her çiqasî di bingeha xwe de hemû partîyên sîstemê xizmeta berjewendîyên dewleta xwe bikin û ji heman kanîyê avê vedixwin jî, li pêş perdê wek neyar dixuyin. Lê di mijara Kurd û mafên Kurdan de heman gur û keftar in û bi yekdengî, bi yekrêzî êrîşî Kurdan dikin. Heger piçekî behsa Kurdan bikin jî, bizanibin ku ketine tengasîyê û dixwazin dîsa bi gotin şahîk û dek û dolaban li ser pişta Kurdan biçêrin.
Di mesela siyasî de Ocalan û Demîrtaş ji wan partîyan re bûne du kevirên sereke. AKP û MHP dibê Ocalan û pişta xwe vi wî saxlem dikin, CHP jî Demîrtaş dide pêş û pişta xwe pê qewîn dike. Lê di pişt perdê de herdu alî jî Kurdan dixapînin û bi alîgirîya Ocalan û Demîrtaş dixwazin berberîyê têxin nava Kurdan û wan ji hev parçe bikin. Parçekirin jî ji xwe armanc û siyaseta dewletê ye û bi sedê salan ve ev siyaset tê meşandin.
Erdogan berî çend salan gotibû Wê ê li Edîrneyê hesab bide ê li Îmralîyê. Ango wê Demîrtaş hesab bide Ocalan. Serokê Nîjadperestên Tirkîyê (MHP) Bahçelîyê keçel jî berî çend rojan jib o axavtinê Ocalan vexwend meclîsê. Yanî, Erdogan û Bahçelî rasterast pişta xwe didin Ocalan û wî wek joker di destê xwe de digirin. Û CHP? CHP jî Demîrtaş dide pêş û ew kirine jokerê xwe.
Piştî gotina Bahçelî, Serokê Giştî yê CHP Ozgur Ozel rûnenişt û dest bi lotikên Kemalîstî kir. Ozgur Ozel ji bo pêvajoyê got: „Bi dûrxistina Demîrtaş ev pêvajo bi pêş nakeve“.
Ozel, pêvajoya ku bi banga Bahçelî dest pê bûye nirxand û çend lotik avêtin. Ozel, anî zimên ku divê çareserî li Meclîsê be û Demîrtaş li derveyî vê pêvajoyê neyê hiştin.
Keçelê Bahçelî gotibû çi, gotibû „Ne Qendîl û ne jî Edîrne, divê axaftin bên kirin û ji Îmraliyê heta DEMê dirêj dibe“. Yanî, divê Demîrtaş di rojevê de tunebe.
Ê helbet ev jî li hesabê CHP û Kemalîstên sererd û binerd nayê. Ozgur Ozel ê Selanîkî jî bersiva keçelo da û got: „Bi allahwekîl ev pêvajo bi dûrxistina Selahattîn Demîrtaş nikare bi pêş bikeve“ û da lotikan.
Ez serê we neêşînim, dibêjin serê du beranan di beroşekê de nakele. Alîyek dixwaze bi Ocalan Kurdan bide kêleka xwe, alîyê din bi Demîrtaş. Îcar wê kî di ser de û kî di bin de bimîne, xwedê zane…
Enqere
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka