Ehmed Beyan
Xortê Kurd ê bi navê Alî Çeven bi gotin û daxuyanîyên xwe yên netewparêzî û Kurdayetî Kurd kêfxweş û Tirk jê rûreş kirin. Alî çeven, di hevpeyvînek xwe ya kolanê de tiştên ku heta îro serok û rêvebirên tu partîyek siyasî û Kurdistanî negotiye û newêre bêje, gotin. Bi hestek Kurd û Kurdistanî ewqas tiştên rast anîn zimên ku, bi taybet di nav xort û ciwanên Kurd de ruh û hestên netewî xurt kir û di îavê njîadperestên Tirk de bû kelem û strî. Ji ber vê hişmendî û helwesta xwe ya Kurdayetî jî hat girtin.
Siyaset û tekoşîn wêrekî û cesaret jê re divê. Serok û rêvebirên ku dibêjin em Kurd û Kurdistanî ne û newêrin li qad û meydanan bi mêranî daxwazên xwe bînin zimên, nikarin gavekê bi pêş de herin û xwe bi Kurdan bidin qebûlkirin. Bi daxuyanîyên sergirtî, bi gotinên şahîk û girover êdî Kurd nayên xapandin û ji kesî jî bahwer nakin. Heger siyasetmedarên me wek Alî Çeven bi mêranî, bi wêrekî û cesaret Kurdayetî, Kurd û Kurdistanîbûn banîna zimên û qad bihejandina, wê îro rewşa Kurdan ne ne ev rewş bûya û wê hişmendî û hestên netewî zêdetir bi pêş biketa. Lê mixabin siyasetmedar û serokên me ji bo ku bedel nedin, ji bo ku neyên girtin û çend lotikan nexwin, wek siyasetmedarên dewletê daxivin û helwest digirin. Ev jî wan têk dibe, lawaz dike û di nava civaka Kurd de bêqîmet dike.
Xort û ciwan pêşeroja me ne. Yên wek Alî Çeven roj bi roj zêde dibin û her ku diçe netewperestî di nav Kurdan de xurt dibe. Ev jî nîşana vê yekê ye ku Kurd hêdî hêdî ji xewa giran şiyar dibin û êdî hew bahwerîya xwe bi çîrokên bratîya xelk û ummetê tînin. Çîrokên ku bi sedê salan e Kurd xapandine, hêdî hêdî li hest û hişmendîya netewperestîya Kurd dialiqin û wateya xwe winda dikin.
Netewperestî yekem xwenasîn û derenca azadîya millet Kurd e. Divê em rê ji xort û ciwnên xwe re vekin, li wan xwedî derkevin, piştevanîya wan bikin ku ew jî xwe bi tenê nebînin û tekoşînek bi cesaret bidomînin.
Enqere
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka