Nûrî çelîk
Rewşa ku em Kurdên Bakur tê de ne ne tê gotin, ne tê dîtin û ne jî tê fêmkirin. Milletê ku dê û bavitî ji milletên cîhanê re kiriye, zimanê ku dayika zimanên cîhanê ye, welatê ku binyata mirovatî û şaristanîyê ye, îro ji hemû maf û hiqûqê xwe, ji hemû nirx pîrozîyên xwe, ji hemû çand û toreyên xwe û ji dîroka xwe ya qedîm mehrûm hatiye hiştin. Helbet divê rewşa malkambax de, ji dagîrkeran wêdetir, sûc û gunehê me Kurdan zêdetir e. Dûrketina ji hest û hişmendîya resen û netewî, xwenenasîn, serxweşîya li ber çîrokên bratîya xelk û ummetê, govenda li ber dahola îdeolojî û hizrên dûrî civaka Kurd, û ji her tiştî zêdetir jî ezezî, xweperestî, berjewendîyên kesayetî, malbatî, eşîrtî û partîtîyê bûne sedem ku em Kurd qîma xwe bi koletî û bindestîya xelkê bînin. Yanî, berî derzîya çavê xelkê, divê em şûjina di çavê xwe de bibînin.
Ne tenê dilê min û we, (ji qewla mezinên me) dilê kafiran jî bi halê me, bi nezanîya me, bi berjewendperestî û partîtîya me dişewite. Li hemû beşên Kurdistanê partîtî di pêşketin û serketina me Kurdan de bûye astengek mezin û me dûrî hev, dûrî yekîtî û serfirazîya me dixe. Ev yek hem bahwerî û hêvîya Kurdan dişkîne, hem jî azadî û serxwebûna Kurdistanê bi paş de dixe, di nav çembera xewn û xeyalan de hêsîr dike.
Em ferdên millet û welatekî bindest û dagîrkirî ne, partîyên me (ez behsa PKK nakim) ji bo azadîya milletê Kurd û serxwebûna Kurdistanê derketine rê, ji bo vê armancê hatine damezirandin. Em wilo dizanin. Lê dixuye ku partîyên me yên heyî û yên ku bi îcazeta dewletê hatine mazirandin, ji rastîya xwe dûr ketine yan jî dûr dikevin. Partîyên ku divê xwe wek partîyên milletekî bindest û welatekî dagîrkirî bibînin, îro wek partîyên welatekî serbixwe û serdest tev digerin, bi wê hest û hişmendîyê siyasetê dikin (behsa DEMê nakim). Ewên ku ji bo Kurdistanek serbixwe di rabirdûya xwe de (kêm yan zêde) berdêl dabûn û dane, bi îcazeta dagîrkerên xwe, bi tabelayên navê Kurdistan mest û serxweş dibin û ji xwe re wek destketinek mezin, wek şoreşekê dibînin. Îcazeta dewletê, bêdengîya li hember navê Kurdistanê, hiştiye ku ew partî ji sînorên siyaseta dewletê dernekevin û bibin partîyên salonan. Bela kes li qisûrê nenere û dilê xwe negire. Şam dûr e lê mişar ne dûr e, rastî û prêze li ber çav e. Partîyên ku îcazeta xwe ne ji milletê Kurd lê ji dewletê stendibin nikarin ji sînorê siyaseta dewletê derkevin û bibin berdevkê doz û daxwazên millet Kurd. Her çiqasî di rêbaz û destûra xwe de tiştên xweş, daxwazên rast û maqûn bînin ser zimên jî, ya girîng çirandina wan sînorên siyaseta dewletê ye û ev jî bi îcazet û wesayetê nabe. Partîyên ku bi îcazet û destûra dewletê hatibin ava kirin, di nava pêvajoyê de hem xwe wek partîyek wî welatî (welatê dagîrker) dibînin û hem jî dibin beşek ji siyaset û armancên dewleta dagîrker. Ev jî dibe sedem ku partîyên Kurdistanî ji armancên stratejîk dûr bikevin, dûr bên xistin, wek partîyek dewletê siyasetê bikin û ji siyaset û doza Kurdistanek serbixwe berê xwe bidin siyaseta meclîsa dagîrkerê xwe. Li gor min elbet ev jî plan û projeyek dewletê ye.
Ji bo hûn fêhm bikin bê çima plan û projeyek dewletê ye, ezê nimûneyek piçûk û zelal bidim.
Siyasetmedar û partîyên ku parlamentoya Tirkîyê wek navenda çareserîyê dibînin û îdîa dikin ku ewê bi siyasetê li wir mafên Kurdan biparêzin, bela daxuyanîya Pro. Dr. MÜMTAZ SOYSAL bixwînin. Mumtaz Soysal yek ji siyasetmedar, hiqûqnas û akademîsyenê Tirk e. Soysal, di 1991ê ji di rojnameya Mîllîyetê de dibêje: „Parlamenterên ku ji SHP veqetîyan û HEP ava kirin, ji bo Tirkîyê gavek pir girîng e. Li gor biryarên Neteweyên Yekbûyî (14 Kanûn 1960), beşdarbûna Kurdan a di Meclîsa Tirkîyê de Mafê Çarenûsîya Neteweyan (the right of nations to self-determination) ji holê radike, ji ber ku di biryara Neteweyên Yekbûyî ya salên 1970î de mafê çarenûsî bi van mercan ve girêdayî ye.“ (Milliyet. 11 Cirî
1991)“.
Yanî, heger siyasetmedar û partîyên Kurd têkevin meclîsê û siyasetê bikin, li gor biryara Neteweyên Yekbûyî ji doza mafê xwe yê çarenûsî dûr dikevin û nikarin doza Çarenûsa Milletê Kurd bikin. Bi gotinek din, heger Kurd li derveyî meclîsa Tirkîyê bimînin û nekevin meclîsê, mafê wan ê doza Çarenûsa Milletê Kurd çêdibe û dikarin ji bo vî mafî serî li Neteweyên Yekbûyî bidin.
Wek Mumtaz Soysal jî destnîşan dike, dixuye ku ketin û destûra siyasetkirina di meclîsa Tirkîyê de plan e, proje ye û ji bo pûçkirina doza Mafê Çarenûsa Milletê Kurd lîztikek e. Ji ber vê, siyasetmedar û partîyên ku dixwazin têkevin meclîsa Tirkîyê û çareserîya pirsa Kurd di meclîsê de bibînin, wê yekser xizmetê ji siyaseta dewletê re bikin û doza Mafê Çarenûsa Milletê Kurd binpê bikin, wê hem xwe û hem millet Kurd bi xewn û xeyalên pûç bixapînin, û ji bo yek al, yek welat, yek ziman û yek millet (Tirk û Tirkîye) li ser namûs û şerefa xwe sûnd bixwin. Ji ber vê û gelek sedemên din, partîyên ku nikarin 50 kesî derxînin qad û meydanan, partîyên ku hîna nikarin li gundekî muxtarekî derxin, dive ked û enerjîya xwe û Kurdan bi xeyalên çûna meclîsê û bi siyaseta li meclîsê nexapînin. Bela ji bîr nekin ku ewê ji DEM partîyê bihêztir nebin û ji siyaseta wê ya li meclîsê baştir nikaribin tu siyasetek din bikin. Yanî, kesên ku li ser şeref û namûsa xwe sozê ji millet û dewleta Tirk re bidin, wê nikaribin ji bo Kurdan tiştekî berbiçav bikin. Ji bo ku em karibin di meclîsa wan de doza mafê milletê Kurd bikin, di serî de divê her 4 xalên sereke yên makzagonê bên guhertin, ku ev jî ne gengaz e, dûrî aqila ye. Na heger we meclîs û siyaseta li meclîsê di mejîyê xwe de meyandibe û siyaseta li meclîsê ji xwe re wek cîhê çareserîya pirsa Kurd hilbijartibe, hewce nake hûn ji bo xurtbûn û girseyîbûnê bi dehê salan bisekinin. Yekser herin têkevin nava partîyên sîstemê (AKP; MHP; CHP; DEM; HUDA-PAR) û di meclîsê de siyaseta xwe bikin. Ji ber tiştên ku hûnê li ser navê partîya xwe di meclîsê de bêjin, wê ji gotinên we yên di nav partîyên sîstemê de ne kêmtir û ne jî zêdetir bin.
Çima partîyek bê îcazet, bê wesayet û bê desttêwerdan?
Heger em PKK û HUDA-PARÊ ji nav derxin (ji ber xurt in û tu derdê wan ê yekîtîyê tuneye), li Bakurê Kurdistanê PWK, PSK, 4-5 PDK, Partîya Komunîst, partî û tevgerên Îslamî, komele û hinek Dezgehên Zimên û wekî din hene. Yanî 10 yan zêdeyî deh tevger û partî hene. Heger îro ev tevger û partîyên ku tenê partîtîyê dikin û hemû jî bi îcazet û rêdana dewletê hatine damezirandin, nikaribin ji bo çalakîyekê 200 kesî derxin kolanan, ev îflaskirina wan (topavêtina wan, li pataxê ketina wan) dide xuyakirin. Rewşa ku îro ew hêz û partî tê de ne, ezezî, pozbilindî û partîtîya ku ew dikin, birastî ji bo Kurdan şerm û fedîyek mezin e. Evên ku tu nakokîyên îdeolojîk di nava wan de tuneye û hemûyan jî navê Kurdistanê li ser tabelayên xwe xistine, partîyên xwe ji xwe re wek dikanek bazirganî û stargehekê dibînin. Helbet ji vê bazirganîya siyasî tu pere û zêran qezenc nakin. Lê xuyaye xuyakirina wan a li bazarê besî wan e û wan têr dike. Yanî, bi hest û hişmendîya “bela piçûk be lê bela ya min be” siyasetê dikin. Hem jî xwedêgiravî siyaseta Kurd û Kurdistanî!
Siyaseta “Hindik û Rindik“ tu xêr nedaye xwedîyê xwe û wê nede pêşketina doz û tekoşîna Kurd û Kurdistanê jî. Ji ber vê, ji me Kurdên Bakur re hêz û tevgerek nû (hûn karin navê komele yan partîyê jî lê bikin), gavek nû, dezgehek ku di ser partîyan re be, wek şîrê dê helal û pêwîst e, şert e. Tevgerek, partîyek ku ji sîmayên nû, ji kadroyên nû, ji xort û ciwanan, ji xwenda û pisporan pêkhatî wek nan û avê ji Kurdan re ferz e. Ez behsa serokên qeneetê, serokeşîr, mela, şêx û axan nakim, çunkî “heta ev tevger xurt nebe û li ser lingên xwe nesekine, kes dev ji berjewendîyên xwe bernade û nakeve navê“. Çawa ku berî salên 80î kadroyên xort û ciwan destên xwe xistin bin kevir û bi fedakarîyek mezin tevgera Kurd rakirin asta herî xurt, divê îro jî ew fedakarî, ew cesaret, ew hest û hişmendî ji nû ve bijene û şax û perê xwe berde. Ez behsa şertên salên 80î û îro nakim, behsa wê hest û hişmendîyê dikim, behsa fedakarî û cesaretê dikim. Yanî, ji tevger û partîya nû re ew ruh û giyanê heta salên 90î şert e. Yan na, bi heman hest û helwestê, bi heman hişmendî û pasîfîzma îro, bi heman siyaseta “ne şîş bişewite ne kebab“ ne em bi pêş dikevin, ne jî alternatîfek Kurdistanî çêdibe.
Heger hat û ew tevger yan partî çêbû û ket rê, divê siyaseta bêîcazet û bêwesayet ji xwe re bike xeta sor. Ne îcazet û wesayeta dewletê, ne jî îcazet û wesayeta partîyên Kurd. Ne yên Başûr, ne jî yên Bakur. Divê rê neyê dan ku tu partî desttêwerdanan di nava partîyê bike. Siyasetek azad û serbixwe, siyasetek netewî û Kurdistanî şertê serkeftinê ye. Kadro û sîmayên nû û fedakar, defterek spî û nelewitî, pênûsek xurt û dûrbîn şert e. Heger hat û tevger yan partîyek bi vî hestî, bi vê helwestê, bi vê hişmendîyê ava bû, divê partîyên ku îro xwe Kurdistanî dibînin bi hemû hêza xwe (bêyî ku desttêwerdanê di nav de bikin û wê têxin bin wesayeta xwe) piştrgirîya wê bikin. Madem partî ne armanc lê hacet û alav e, divê hemû partîyên heyî (heger birastî netewî û Kurdistanî ne) ji bo afirandina hêz û alternatîfek nû wê tevger yan partîyê xurt bikin. Ji piştgirî û xurtkirinê qezda min ne ev e ku bi kadro û rêvebirên xwe yên îro di rêveberîya wê de cîh bigirin. Evên ku ji berî 80î û heta îro partî li ser partîyê xirab kirine, partî li ser partîyê ava kirine, ji xisarê pê ve wê tu fêdeyê nedin pêşketina partîya nû. Rêz û hurmeta me ji ked û xebata wan a berê re helbet heye, ev tiştekî din e. Lê even ku ji bo pêşketina partîya xwe jî nikarin kevirekî deynin ser kevirekî, wê ji fêdê zêdetir zirarê bidin partîya nû. Helbet wek rûspî, wek aqilmened dikarin di pişt perdeyê de, di meclîsa şêwirmendan de cîh bigirin. Lê heger wek rêvebir derkevin pêş, wê ji bo civaka Kurd tiştek neyê guhertin.
Bi kurt û Kurmancî heger ez bêjim, tevger û partîyek nû, netewî û Kurdistanî û bi kadro û sîmayên nû ji me Kurdan re ferz e. Bi kadroyên nelewitî, bi rêbaz û bernameyek netewî û li ser asasê ku Bakurê Kurdistanê ji xwe re qada xebatê, wek nan û avê ji Kurdan re ferz e. Divê em ji bîr nekin ku gavên piçûk bi xwe re gavên mezin tine, daxwazên piçûk rê ji daxwazên mezin re vedike. Û cesaret jî mifteya xilqê ye.
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş