Nûrî Çelîk

Yekîtî yan tifaqa netewî bingeha serketin û serfirazîya millet û dewletan e. Şik û guman ji vê re tuneye. Bê yekîtîyek netewî ne millet karin hebûna xwe biparêzin, ne jî dewlet. Yekîtî û tifaq ji milletekî wek milletê Kurd bindest re wek nan û avê ferz û şert e. Bi ser ku hemû rêxistin û partîyên Kurd vê yekê dizanin jî, tu kes dev ji kursî û meqamê xwe bernade û gavekê bi pêş de navêje. Herkes behsa yekîtîyê dike, lê tu kes jî nabêje devê min tirş e û xwe nêzîkî yekîtîyê nake. Rastî û malkambaxîya me ya îro ev e.

Rewşa Başûr û Rojava li ber çav e. Ji ber partîyên herdu beşan neyarên hev in û berjewendîyên partîyên xwe di ser berjewendîyên Kurdistanê re digrin, alozî, nakokî û pirsgirêk berdewam in. Çi nakokî, neyartî û pirsgirêkên navxweyî, çi jî yên ku bi dewletên dagîrker re hene çareser nebûne û xuyaye wê demek dirêj jî çareser nebin. Dubendî, duserîtî û neyartîya navxweyî kês û fersendê dide dagîrkerên Kurdistanê ku xwe bihêztir bikin, pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re taloq bikin û çareser nekin. Ev yek hem rûn li ser nanê dagîrkerên Kurdistanê dike, hem jî xewn û xeyalên milletê Kurd vedimrîne, wan ji hest û daxwazên Kurdayetîyê dûr dixe.

Li Bakur temara mirinê bi ser Kurdan de girtiye. Hem ji alî hest û hizrên netewî û hem jî ji alî ziman, exlaq û çanda Kurdî ve beravêtî bûne. Her roja ku diçe ji kîsî Kurdan diçe. Sebeb û sersebebên vê rewşê malkambax dîsa bêtifaqîya partîyên Kurd, neyartî û berberîya wan û tunebûna yekîtîyek netewî ye. Wek min li jor jî got, ev yek rûn li ser nanê dijmin dike, xizmetê ji siyaseta dewletê re dike û Kurdan gav bi gav ber bi tunebûnê ve dibe.

Di gotin û galgalê de herkes yekîtîxwaz e. Lê ji bo yekîtîyê çi pêwîst e, çi şert e, xwestek û daxwaz çi ne kes behsa wê nake. Bi gotinên girover ne yekîtî pêk tê, ne jî yekîtî dikeve raya xwe. Divê xal, armanc, plan û proje zelal bin ku meriv karibe li ser asasekî nêzîkî hev bibe û gavekê bavêje.
Yekîtîyek çawa û bi çi rengî? Ji bo yekîtîyê divê xetên sor çi bin? Ji yekîtîyê çi tê fêhmkirin? Di şertên îro de li Bakurê Kurdistanê wê yekîtîyek çawa xizmetê ji Kurdan re bike? Û gelek pirsên din.

Partîyên ku îro li Bakur xwe Kurdistanî dihesibînin û pirsgirêkên îdeolojîk di navbera piranîya wan de nemane, yanî kêm zêde hemû wek hev difikirin, çima nikarin gavekê ji bo yekîtîyê bavêjin? Li gor min pirs pir zelal û kifş e. Rêvebir û kadroyên wan partîyan hem di serê xwe de ne zelal in, hem jî di daxwaz û xwestekên xwe de ne zelal in. Ji ber di mejî û daxwazên xwe de ne zelal in, nikarin yan newêrin helwestekê jî bigrin, newêrin ji bo yekîtîyê gavekê pêş de bavêjin. Kesên ku di mejî û daxwazên xwe de ne zelal bin, nikarin gav jî bavêjin. Nezelalbûn wêrekîyê, û newêrekî jî cesaretê dişkîne. Ji ber vê, ji bo yekîtîyê berî her tiştî divê mejî û daxwaz zelal bin. Ji bo zelalbûna mejî û daxwazê jî divê berî her tiştî em vê pirsê ji xwe bikin: Em Kurd çi dixwazin?
Birastî em Kurd çi dixwazin?

Heger bersiva vê pirsê bê dîtin û bê dayîn, dibe ku ji bo yekîtîyê gav jî bên avêtin.

Li gor min, divê dezgeh û partîyên ku xwe Kurdistanî dibînin û ew jî bi girîngîya yekîtîyê dizanin, bi civîn yan konferansekê li hev kom bibin, li bersiva “EM KURD ÇI DIXWAZIN” bigerin û jê re bersivekê bibînin. Heger bersiva vê pirsê bibînin û bidin, wê karibin bi mejîyekî zelaltir û bi daxwazên maqûltir rêyekê ji yekîtî û tifaqek netewî re bibînin. Zelalbûna mejî, wê hişmendî, helwest û daxwaza tifaq û yekîtîyek netewî xurttir bike û derfetan bi xwe re bîne. Lê berî her tiştî divê xwestek û dilsozîya tifaq û yekîtîyê bi meriv re hebe, dûrişmeyên yekîtî û tifaqê tenê bi gotinê nemîne. Helbet xwestek û dilsozî tunebe zelalbûna mejî bi serê xwe têra tifaq û yekîtîyê nake, divê herdu hevdu temam bikin.

Wek dibêjin em heft bra ne û em tev jî hevdu nas dikin, hevdu dizanin. Rastî ne li gor dilê me be jî em neçar in rastîya xwe qebûl bikin û kumê xwe deynin ber xwe. Îro tu partîyek Kurdistanî bi serê xwe nikare barê doza Kurd û Kurdistanê hilgire, wê di bin de bimîne û pişt lê bişikê. Ne partîya A, ne a B, ne jî a C û Ç, heger dev ji partîtîyê bernedin û di bin sîwanek netewî de necivin, yan jî heger nebin yek, bahwer bikin „emê herin yek bi yek“ (Cegerxwîn).

Ji ber vê; divê partîyên heyî bersiva vê pirsê bidin:

Em Kurd çi dixwazin?

About The Author