Nûrî Çelîk
Rojhilata Navîn ewqasî aloz û tevlihev bûye ku derketina ji nav vê teqan û gemara siyasî zehmet e, huner û şarezayîyek taybet jê re divê. Agirê ku bi şerê Îsraîl û Hamasê dest pê kir, Rojhilata Navîn daye ber xwe û gav bi gav der û dora xwe dişewitîne. Rivîn û çirûskên vî agirê har li dewletên der û dorê jî dikevin û bi taybet dagîrkerên Kurdistanê xwe ji rivîna vî agirê ku bêhna guhertina nexşeya Rojhilata Navîn jê tê disitirînin, û dixwazin vî agirê ku wê hîmen dewleta wan bihejîne û rê ji Kurdistanek serbixwe re veke, vemirînin. Em Kurd ji van pêşketinan re çiqasî xwedî tedarik û amade ne helbet cîhê pirs û meraqê ye.
Hilbijartina Donald Trump û kabîneya wî ya nû ( ku çend dostên Kurdan jî tê de ne) û bi taybet Peyama Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gîdeon Saar û banga wî ya ji bo Kurdan, dide xuyakirin ku Kurd di plan û projeyên Amerîka û Îsraîlê de hene û wê di Rojhilata Navîn de aktorek ji aktorên sereke bin (heger bi aqlêselîm tev bigerin û neyartîya Amerîka û Îsraîlê nekin). Kabîneya nû ya Donald Trump û peyama ku Îsraîlê da, rayedarên Tirkîyê zêdetir xist nav lêgerîn û kefteleftên nû. Gava meriv helwesta ku Serokê MHP Devlet Bahçelî ji nedîtî ve danî û Ocalan vexwend Meclîsa Tirkîyê, piştî du salan serdana Ocalan, Hewldanên hevdîtina Erdogan û Beşar Esed, bangewazîyên ji bo çekberdana PKK û nîqaşên li ser dana hinek mafên demokratîk tîne ber hev, dibîne ku tirs û endîşeyên rayedarên Tirkîyê ne belasebeb in. Bi taybet tirsa ku Sûrîye parçe bibe û Rojava jî wek Başûr bibe federasyon, ziravê wan diqetîne. Hewl û lezandina ji bo hevdîtina bi Beşar Esed re jî ev e. Kevneserokkomarê Tirkîyê Abdullah Gul vê yekê ji rojnameya Al Majalla re pir vekirî dibêje. Dibêje “sedema hewla hevdîtina Erdogan û Esed ji ber parçebûna Sûrîyê û statuya Rojava ye“.
Vê tirsê hiştiye ku Devlet Bahçelî bi daxwaza dewleta kûr û bi riza Erdogan Ocalan dîsa derxe piyasê, hem Kurdên Bakur û hem jî yên Rojava (YPG-PYD) ji plan û proyên Amerîka û Îsraîlê dûr bixe. Her çiqasî Bahçelî û rêvebirên Tirkîyê doza çekberdanê li Qendîlê û PKK bikin jî, ev tenê propaganda ye. Herkes dizane ku ne dewleta Tirk dixwaze PKK dev ji çek berde û ne jî PKK dev ji çek berdide. Asasê êrîş û neyartîya Kurdan li ser hesabê PKK û şerê wê hatiye avakirin û 40 sal in bi mahneya PKK êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dikin. Doza çekberdanê tenê ji bo xapandina awira gelemperî û siyaseta navxweyî ye. Yan na Bahçelî jî û rêvebirên din yên dewletê jî, ji keça Alpaslan Turkeş (Ayyuce Turkeş) baştir dizanin ku çekberdana PKK tê wateya mirina Tirkîyê.
Ayyuce Turkeş (keça Damezrênerê MHP Alpaslan Turkeş) bi tundî li hember helwesta Bahçelî derket û çekberdana PKK wek mirina Tirkîyê bi nav kir. Turkeş di daxuyanîya xwe de tiştê ku heta îro gelek Kurd naxwazin bibînin û çavên xwe jê re digirin anî ser zimên û got: “Lexûkirina (tasfîyekirina) PKK wê hêza Tirkîyê ya li dijî terorîzmê bişkîne, ez bahwer nakim evên ku doza lexûkirin û çekberdanê li PKK dikin vê yekê nizanibin“.
Di gotinên Ayyuce Turkeş de jî zelal dibe ku têkçûna PKK ji Tirkîyê re zirar e û sedema ku pê şerê Kurdan bike namîne.
Di vê xirecir û siyaseta dek û dolaban de wê Kurd çi bikin, çi nekin, helbet bi siyaseta Amerîka û Îsraîlê ve girêdayî, wê di çar salên pêş de (heta Donald Trump serok be) zelaltir bibe. Ji ber ku li Bakur û Rojava PKK û hêzên pê ve girêdayî aktorên sereke ne û ji wan pêve hêzek ku karibe bibe berdevkê Kurdan tuneye, baş yan xirab, kêm yan zêde, wê çareserî û çarenûsa Kurdan jî di destê wan de be. Her çar grûpên di nav PKK de (KCK-Ewrûpa), PKK Qendîl-Îran, YPG-PYD Amerîka û Îsraîl, Ocalan û DEM-Tirkîye) wê di vê alozîyê bi çi awayî, li ser hesabê kîjan dewletê çareserîyek maqûl layiqî Kurdan bibînin, nizanim. Di rewşa îro de destê kê di bêrîka kê de ye kes nizane. Lê tiştek heye ew jî ev e; fersendek dîrokî derketiye pêşîya me. Heger em bi aqlêselîm û ji bo berjewendîyên Kurd û Kurdistanê vê fersendê baş bi kar neynin, wek gelek caran emê dîsa bi çîrokên bratîya xelk û ummetê sedsalek din têkevin xewa giran wesselam..
Bi gotinek kurt; di vê pêşbirka satranca navnetewî de kevir ji cîhê xwe dileqin. Gelo wê Kurd bêjin şah û dagîrkerên xwe mat bikin, yan dîsa wê bibin pîyonên xelkê emê di rojên pêş de bibînin!…
Pûtîn potîn ji lingê xwe derxist
Xalê me Kennedy tir ji Romîyan berda
Lotikên xweş, pêşketinên baş