Pîrkemal
Dinya dem û dewran e. Roj tê dost dibin dijmin, û roj jî tê dijmin dibin dost. Yanî di guhertina şert û şirûtên cîhanê de, di siyaseta wan şertan de, her tişt dikare bibe. Kesên ku dijminê riknê miletê Kurd in dikarin kirasê dostanîyê li xwe bikin û ji bo berjewendîyên xwe kirasê dostanîyê li xwe bikin, û kesên ku dostê te yê herî qedîm e dikare kirasê neyartîyê li xwe bike û bibe dijmin. Tiştê ku qedera siyaset û siyasetmedaran tayîn dike şert in, şertên herêmî û cîhanî ne.
Axir…
Serokê MHP a nîjadperest Devlet Bahçelî jî nesîbê xwe ji guhertina şert û mercên herêmî girt û mecbûr ma ku di kesayetîya A. Ocalan de silavekê bide Kurdan. Bahçelî ji Ocalan lava kir ku bê meclîsê, di civîna Partîya DEMê de baxive û lexûkirina PKK olan bike. Yanî PKK ji holê rake û şer bide sekinandin. Li hember vê yekê jî Ocalan ji mafê hêvîyê sûdê wergire û di pêşerojê de karibe azad bibe. Yanî ne ji bo bidestxistina heq û hiqûqê miletê Kurd, ne ji bo dana mafên miletê Kurd, tenê ji bo ku Ocalan karibe di pêşerojê de hinek mafên şexsî bi dest bixe. Belkî ji bo Kurdan jî hinek mafên pir piçûk bên qebûlkirin, lê ne wek ku em dibêjin û em dixwazin.
Werhasil, mesela me li ser çekberdan û tasfîyekirina PKK û Ocalan bû.
Xuyaye wê li Rojhilata Navîn kevir ji cîhê xwe bileqin. Di leqandin û ketina van keviran de wê Kurd di bin de bimînin yan li ser bimînin wê pêşeroj û berjewendîyên dewletên mezin nîşan bidin. Lê tê dîtin ku dewleta Tirk ji niha ve hesabê xwe dike û dixwaze pêvajoyê bi rêya A. Ocalan têxe bin kontrola xwe û li hember Baronên Qendîlê destê Ocalan xurt bike.
Balkêş e, piştî du sê salên tecrîdê, destûr tê dan ku brazî Omer Ocalan li Îmralîyê serdana apê xwe Abdullah Ocalan bike. Ev gava yekem a xurtkirina destê A. Ocalan bû. Û dîsa balkêş e ku heman Omer Ocalan tê Ewrûpayê û beşdarî meş û çalakîyên ji bo piştgirîya A. Ocalan, dibe. Û dîsa balkêş e, Almanyaya ku posterên Ocalan qedexe kiribû, rê dide posterên wî û di hemû meş û çalakîyan de tenê posterên Ocalan tên bilindkirin. Û dîsa balkêş e, di van meş û çalakîyan de alên PKK nayên bilindkirin.
Di vir de jî dixuye ku dewleta Tirk û Ewrûpîyan li ser Ocalan û xurtkirina destê Ocalan li hev kiriye û dixwazin siyaseta xwe di ser Ocalan re bimeşînin. Bi vê yekê hem peyamek dan Baronên Qendîlê û hem jî Ocalanê ku ev çend sal in kesî hew behsa wî diki û di nav Kurdan de dihat jibîrkirin, dîsa derxistin piyasê û bi Kurdan şîrîn kirin.
Werhasilî kelam, lotika ku Devlet Bahçelî (ku nûnerê devleta asasî ye) li ser hesabê Ocalan avêt û ji nedîtî ve ew vexwend Meclîsa Tirkîyê ne belasebeb e. Di pişt perdeyê de gelek hevdîtin, şêwir û mişêwir, lîztik û dek û dolab tên gerandin. Di nav van çar salên desthilatdarîya Donald Trump û berdewamîya şerê Îsraîlê de wê li Rojhilata Navîn çi bên guhertin çi neyên guhertin em nizanin. Lê tiştê dixuye wê kevir û stûnên hinek welatan ji cîhên xwe bileqin û yek ji wan jî Tirkî ye. Tirkîye bi rêya Devlet Bahçelî û xurtkirina destê A, Ocalan dixwaze bi zîyanek piçûk kevir û stûnên dewleta xwe li pêyan bigire û zirarek mezin jê nebîne. Di nav vê alozî û nakokîyên herêmê de helbet wê peşkên derûdorê li me jî bikevin. Em wek kabên rengo rengo ne, yan emê çik bên, yan jî mîr..
De ya bi xêr..
Piştî tirê kezîkurê
KULA DİLÊ KURDAN…!
Jennîfer Lopez bû hecî