Elî Efrînî
Berpirsa Pêwendîyên Derve ya Encûmena Sûrîyeya Demokratîk Îlham Ehmed ji Al-Monîtor re axivî û çend lotikên ademî avêtin.
Xaltîka min û we Îlham Ehmed, ji lotikvana Al-Monîtor Amberîn Zaman re behsa xwe û Tirkan û hevdîtinên bi wan re kir. Ne tenê Tirk, behsa Ocalan jî kir û got: “Bi gora Şah Silêman, her tiştê ku Ocalan bêje jiyanî ye û em di wê bahweriyê de ne her tiştê ku bêje wê ji bo Rojava û hemû Kurdan be”.
Îlhama me da zanîn ku hinek lotikvan di navbera wan û Tirkan de qasidîyê dikin û herdu alî bi rêya wan qasidan hevdîtinan dikin. Û ya herî xweş, Îlhama me got: “Bi allahwekîl em nizanin Tirkîye çi dixwaze. Wek mirîşka gêj li Tirkîyê hatiye. Em nizanin ne dixwazin rejîma Esed vegere ser van axan, yan dixwazin Îranî bên vir? Bi bahwerîya min Tirkîye nizane çi dixwaze. Yan dixwazin tevahîya herêmê hilweşînin?. Ne em zanin, ne jî ew zanin. Em bi wan re mane halekî heyirî keçko“ û pê de çû.
Îlhama min û we got ku ew dixwazin li ser axa xwe bi aştî û azadî bijîn, tu dijminatîyek wan li hember Tirkîyê nine û wek cîranên xwe ew dixwazin bi Tirkîyê re jî têkilîyên aştiyane û dostanî deynin.
Îlhama me di dawîyê de silavên xwe ji Serok Dîko (Trump) re şandin û got: “Em gelekan ji ekîba Dîko nas dikin. Em li bendî ne ku bi wan re têkilîyek germik û nermik deynin“ û dawî li lotika xwe anî.
Werhasilî kelam, xaltîka me Îlham Ehmed lotikek ademî avêt û dilê kesî ji xwe û ji Rojava nehişt.
Madem wilo ye, em jî jê re serkeftin û lotikên pîroztir hdixwazin û xelas..
Efrîn
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Arif Zêrevan mîrkutek li nav serê Barzanî xist
Mêzêna me xirek bûye