Erê bêhn jê tê, lê derman e

Her çiqasî gelek kes ji ber bêhna wê pîvazê nexwin jî, lê pîvaz sebzeyek pir bi fêde ye û dermanek bi serê xwe ye.

Pîvaz di pijandina xwarin û zeletê de hêmanek bi serê xwe ye. Ev hêmana sereke hem xwarinê lezîz û tamdar dike, hem jî bi bandorek baş li tenduristîya lêş dike.

FÊDEYÊN PÎVAZÊ

Pîvaz ji bo jiyanek tendurist çavkanîyek girîng a xwarinê ye û bi saya vîtamîn, mîneral û antîoksîdanên ku tê de ne gelek fêdeyan dide tevgera laşê insên. Bi taybetmendiyên xwe yên antîoksîdan, ew li dijî radîkalên azad lêş (laş) diparêze, pêşî li zirara şaneyan digire û pergala berevanîyê xurt dike.

Pîvaza ku ji hêla vîtamîna C ve dewlemend e, berxwedana lêş a li hember enfeksiyonan zêde dike. Di heman demê de ew xwedîyê flavonoidek bi navê quercetin e, ku bandorên erênî li ser tenduristîya dil dike û ev madde dibe ku bi piştgirîya tenduristîya damaran alîkarîya tansiyona xwînê dike.

Pîvaz di heman demê de fîberên prebiyotîk jî hene ku piştgirî didin pergala tevgera lêş û tenduristîya rûvîkan baştir dike. Dema ku bi rêkûpêk bê xwarin, ew dikare asta kolesterolê hevseng bike û xetera şekir kêm bike. Li gel van hemî taybetmendiyan, pîvaz wek beşek domdar a parêza hevseng radiweste.

About The Author