Pirsgirêka mûçe û şandina mûçeyan hem li serê Kurdên Başûr û hem jî liserê qûnreşên Bexdayê bûye belayek mezin. Lotikvanên Bexdayê carna bi nezanîn û gelek caran jî bi zanîn mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê naşîne û sere Kurdekan dêşîne. Kurdekanên ku temenê xwe bi çûn û hatina Bexdayê re derbas kirin û di vê çûn û hatinê de rîh û simbêl spî kirin, hîna jî ev pirsgirêk çareser nekirine û bi zikek têr û yek birçî hîna jî hêvîya xwe ji Bexdayê qut nekirine.
Axir, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, di derbarê mûçe û neşandina mûçeyan de lotikek avêt û dilê me bi halê xwe şewitand.
Sûdanî ji çapemenîyê re da lotikan û got: “ Bi allahwekîl, bi serê Saddam Hisên, pirsgirêka mûçe ne mijarek siyasî ye. Herêma Kurdistanê heta niha tu madeyek bûdçeyê pêk neanîye“ û pê de çû.
Serokwezîr Sûdanî diyar kir ku ji bo mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 950 milyar dînar hewce dike, lê ji bo şandina mûçeyan tenê 700 milyar dînarên me hene.
Aha vê lotikê kezeba me şewitand û em bi halê Sûdanî û hikûmeta wî hem kelogirî bûn û hem jî girîyan.
Wey weleeed û wey weled!
Yanî, ji bo şandina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 200 milyar dinar kêm e û tuneye ku bidin.
Yaw exûyî, heke tu dixwazî 200 milyar dînaran peyda bikî, bide dû wan kesên ku hem li Herêma Kurdistanê û hem li seranserê Iraqê bi milyon dolaran gendelîyê dikin û nefta qaçax difroşin. Bi allahwekîl ne 200 milyar dînar, tuyê trilyonek dinar jî kom bikî.
Te go ev yek zehmet e? Yan te go kesê ku genelîyê neke tuneye û em nikarin pêşîya vê yekê bigirin? Wî çaxî serî li Lotikxane Bank bide û doza kredîyê li me bike. Bi serê min û te, em faîzek mezin ji te naxwazin. Bi faîzek pir kêm emê barê te jî sivik bikin û barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî û tu sax…
Duhok
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Arif Zêrevan mîrkutek li nav serê Barzanî xist
Mêzêna me xirek bûye