Bavê Cengo
Sûrîye halîhazir bûye wek meşka qetiyayî û kun tê de vebûne. Li alîyekî rejîma esed, li alîyekî Kurd û niha jî HTŞ û serokê wê Colanî. Îcar wê ev kunên qetiyayî sûrîyê bike çend beş û çend parçe emê di pêşerojê de bibînin. Helbet çarenûsa wê jî bi helwest û siyaseta Amerîka û Îsraîlê ve girêdayî ye. Heger hat û Sûrî parçe kirin û kirin 3 beş, ji xwe xwedê da me û li Rojava dewletek me çêdibe. Na heger wek li Başûr kirin û li Sûrî jî Esedê qirikelok birûxînin û Sûrîyeyek demokratîk ava bikin, dîsa xwedê da me û bi kêmanî wê herêmek xweser yan federasyonek ji Kurdan re bibe xelat.
Axir, Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û Generalê wê Mazlûm Ebdî halîhazir siyasetek aqlêselîm dimeşînin û naxwazin serê xwe û Kurdên Rojava bi şerê Colanî û Esed re bêşînin. Bêalîbûn û di vê rewşa aloz de paraztina destkeftîyên Rojava girîng e. Divê kes neyê provokasyon û lîztikên hinek dewlet, partî û grûpên çekdar.
Generalê me yê germik û nermik, rûken û xweşik Mazlûm Ebdî, di derbarê bûyerên dawîyê de lotikek avêt û ji çapemenîyê re got: „Me heta niha tu carî bi HTS re şer nekir. Ji bo ewlekarîya herêmên xwe bi taybet rewşa Helebê têkiliyên me yên nerasterast bi HTŞê re hene. Dîsa hevdîtinên me yên li ser vê bingehê bi hemû hêzên herêmê re berdewam dikin. Rewşek nû ya leşkerî û siyasî ya derketiyê holê. Em alîgirê çareserîya siyasî ne. Em ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne. Divê Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di nava nîqaşên çareseriyê de bin“ filan û bêvan.
Mazlîmê me gelek tiştên xweş anîn ser zimên û di dawîyê de got: “ Bi şeş telaqên jinberdanê em ne alîgirê şerekî li gel tu alîyekî ne, lê em ji her demê bêhtir amade ne û her êrîşa ku bê serme wê bi bandor bê bersivandin“ û rabû ser xwe.
Werhasilî kelam, dibêjin aqil taca zêrîn e. Halîhazir û div ê cehnema Sûrîyê de siyaseta bi aqlêselîm çeka herî mezin e. Paraztina destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê (ne li gor dilê me be jî) erkek netewî ye. Mesele ne partîya A û B yan desthilatdarîya Xelo û Celo ye. Mesele xak e, azadkirina beşek ji welatê me ye, statu ye. Em pêre bin yan ne pêre bin, bandora PKK li ser hebe yan tuneye, ya girîng paraztina wan destkeftîyan û xaka Rojava ye. Çawa ku em destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê diparêzin û xwedî lê derdikevin (bêyî cudakirina PDK û YNK) divê em xwedî li Rojava û destkeftîyên wê jî derkevin û hûn sax…
Qamişlo
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Arif Zêrevan mîrkutek li nav serê Barzanî xist
Mêzêna me xirek bûye