Pîrkemal
Beroşa şorba Sûrîyê li ser êgir e, dikele û ha dikele, li ber fûrandinê ye. Li alîyekî Amerîka, Îsraîl û Kurd, li alîyê din Rûsya, Îran, Tirkîye û grûpên girêdayî wan. Herkes dixwaze li gor tama devê xwe baharat û xwê têxe wê şorbê û bîne ser sifra xwe. Lê xuyaye ji kê re xêr be ji malbata Esed re ne xêr e. Çawa ku Saddam Hisên di qulikên binê erdê de hat girtin û qûn lê qetîya, wê aqûbeta Beşar Esed jî ne kêmî wî be, wê ev tir ji wî re jî nemîne.
Li gor fitne û fesadên Şamê dibêjin, dibêjin xwedêgiravî Beşar Esed revîyaye Îranê, yan jî amadekarîya revê dike. Hêzên girêdayî wî ji Qamişlo û Hesekê derdikevin û ketina heyra canê xwe. Ji xwe Heleb û Hama çûn, bajarên din jî ber bi çûnê ne. Tew zêdebûna ser kezebê, dibêjin Durzîyan jî serî rakiriye û bajarê Dera û Suveydayê xistine destê xwe. Li alîyê din HSD Dêrezor û çend gundên din xistine bin desthilatdarîya xwe û di guhertina nexşeya Sûrîyê de erkek sereke dilîze. Yanî, dê weledê xwe avêtiye û wey li wî ku karibe xaka di bin destê xwe de berfirehtir bike.
Li vir heger HSD, ango Kurd nekevin bin bandore siyaseta hinek partîyên wek PKK û neyên lîztikên wan, karibin bi siyasetek serbixwe û wek hevpeymanên Amerîka û Îsraîlê tev bigerin, wê di pêşeroja Sûrîyê de (çi Sûrîyeyek parçebûyî, çi jî Sûrîyeyek yekgirtî) rolek sereke bilîzin û destkeftinek mezin ji bo Kurdan bi dest bixin. Na heger bên lîztika PKK û kesên wek Sabrî Ok (Sabrî Ok berî bi rojek du rojan HTŞ wek rêxistinek terrorîst û bi nav kir û got ku wê dawîya wê jî wek dawîya DAÎŞê be. Yanî xwest ku Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (Kurd) şerê HTŞê bikin), wê zirarek mezin bilîzin û wê ev jî ne li xêra me Kurdan be. Helbet wê Amerîka rê nede ku HSD derkeve derveyî siyaset û projeyên wan. Lê dîsa jî ev xeter heye. Her çiqasî Fermandarê HSD Mazlûm Ebdî peyamên xweş û aştîyane dan û xwe ji îhtîmala şerê bi HTŞ re dûr xist jî, Sabrî Ok bi daxuyanî û peyamên xwe dixwaze berê HSD û HTŞ bide hev.
Axir, mesela me li ser dîktatoran û aqûbeta wan bû.
Dibêjin dinya bi dorê ye, ne bi zorê ye. Kesên zordar û dîktatorên ku desthilatdarîya xwe bi darê zorê li ser xelkê xwe disepînin, dawîya wan têkçûn e, xweveşartin û mirin e. Doh Saddam çû, Îro wê Esed here, û sibê jî wê dor bê ser zordar û dîktatorên din. Û ji herkesî wêdetir, ev yek li xêra Kurda ye. Têkçûna dîktatoran têkçûna dagîrkerên Kurdistanê ye. Mirina dîktatoran mizgînîya Kurdistana-Kurdistanên pêşeroyê ye. Doh Saddam pêgirt, Îro Esed pê digire, belkî sibê sofîk û melayên Îranê û dusibê jî çeqilmastên Tirkîyê pê bigirin û hûn sax…
Ji bo zaliman bijî cehennem!
Nêçîrê me lotikek dîplomatîk avêt
Derfeta piştî sed salî..
Aqil taca zêrîn e