Nûrî Çelîk

Fersendên dîrokî serê sed salî carekê tên. Heger te ew fersend bi aqlêselîm bi kar neanî û ji destê xwe berda, êdî bi dûketina wê hew fêde dike. Ji ber vê dibêjin „go te girt bernede, go te berda bi dû nekeve“.

Piştî Saddam Hisên dîktatorê duyem Beşar Esed jî têk çû û revîya Moskovayê. Ango, 2 çûn û 2 man. Iraq û Sûrîye çûn, Îran û Tirkîye mane. Piştî Iraqê li Sûrîyê jî (Rojavayê Kurdistanê) piştî 100 salî fersendek ji Kurdan re derket û ew fersend hat ber lingên wan. Heger Kurd vê fersendê ji bo berjewendîyên xwe yên netewî baş bi kar neynin û li ser masa bazarê destê xwe xurt nekin, wê buhara me bimîne sedsalek din û heta wî çaxî kes nizane ka wê Kurd bimînin yan nemînin.

Di çapemenîyê de eşkere bû ku HTŞ ji bo êrîşa ser Helebê û rûxandina rejîma Esed berî bi 6 mehan rayedarên Tirkîyê agahdar kiriye. Bi vê yekê re eşkere bû bê Serokê MHP Devlet Bahçelî çima bi lez û bez bang li Ocalan kir û ji bo axavtinê ew vexwend meclîsê. Xetera têkçûna rejîma Esed, parçebûna Sûrîyê û zayîna federasyon yan dewletek Kurdî rayedarên Tirkîyê xist nav lezûbezê û xwest bi devê Bahçelî û bi siyasetek xapînok pêşeroj û çarenûsa Rojava beravêtî bike û bi rêya Ocalan wê têxe bin kontrola xwe. Yanî, banga Devlet Bahçelî ne belasebeb û ne ji bo xêrê bû.

HTŞ (Hêza Tehrîrî Şam) ji ku derket, çawa ewqasî xurt bû û bû xwedî derfet, çawa bê xwînrijandinek mezin rejîma Esed rûxand û bû desthilatdar, serê herkesî tevlihev kir. Û Beşar Esed çawa bê berxwedan û bê şer desthilatdarî berda û revîya Moskovayê dîsa cîhê pirs û meraqê ye. Lê dixuye ku ev bazar û amadekarîyên hûr û kûr ji zûde hatine kirin, plan û proje ji bo îro hatine hiştin. Li vir wê Kurd çiqasî şareza û zîrek bin, wê di bazara desthilatdarîya Sûrî yan herêmek xweser de çiqasî xwedîyê erk û gotin bin helbet emê di demek nêzîk de bibînin. Lê di her halûkarê de, kêm yan zêde, li gor daxwaz û berjewendîyên Amerîka û Îsraîlê, wê Kurd jî di Sûrîyeya nû de xwedî erk û gotin bin. Heger bûyerên îro ne lîztikek veşartî be û HTŞ jî wek DAÎŞa duyemîn êrîşî destkeftîyên Rojavayê Kurdistanê neke, îhtîmala ku Rojava jî wek Başûr bi federasyonekê bê xelatkirin heye. HTŞ bi kiryar û daxuyanîyên xwe nîşan dide ku ewê dijminatîya Îsraîl û Kurdan neke û rêzê ji hemû netewe û kêmneteweyên Sûrîyê re bigire. Daxuyanîyên Amerîka û Îsraîlê jî vê yekê disepînin û li dijî şerê li hember Kurdan disekinin. Ev yek jî destê Kurdan û pêşeroja wan xurt dike.

Di xurtbûna destê Kurdan de tifaq û yekrezîya Kurdan wê rol û erkek mezin bilîze. Mesele êdî ji berjewendîyên partîtîyê derketiye û ketiye asta paraztina berjewendîyên netewî. Rakirin yan rabûna nakokîyên di navbera partîyên ENKS, PYD û partîyên din de êdî bûye erkek asasî û netewî. Di vê rewşa zîz û girîng de geşkirin yan zêdekirina nakokî û pirsgirêkan wê ji zirarê pêve tiştekî nede Kurdan. Heger birastî ENKS, PYD û ewên din dixwazin xizmetek dîrokî ji Kurdan re bikin, divê bê lam û cîm bên ba hev û bi hest û hişmendîyek netewî piştgirîya HSD û dostên wê bikin. Daxuyanîya ku ENKS, PYD û 32 partîyên Rojava bi hev re derxistin û xwedî li paraztina destkeftîyên Rojava derketin, ji bo nêzîkbûn û rakirina nakokî û pirsirêkên navbera wan gavek girîng e. Hêvîdarim ev destpêka hevkarî û tifaqa navbera partîyên Rojava berdewam bibe û bi tifaqet netewî destê Kurdan li ser maseya bazarê xurttir bibe.

Wek min berê jî di nivîsên xwe de got, di vê rewşa zîz de divê em bi çavê berjewendîyên partîtîyê yan dijberîya filan û bêvan partîyê nêzîkî meselê nebin. Ji bo xêra Kurdan û ji bo bidestxistina statuya her parçeyî çi bê kirin divê bê destekkirin û xwedî lê bê derketin. Destkeftinên Rojavayê Kurdistanê îro di çavê neyarên Kurd de bûye strî û kelemek mezin, bûye tirs û xofek mezin. Xwedîlêderketina wê erkek netewî û erka her Kurdî ye,

About The Author