Mihemed Soran
Serokê Herêma Kurdistanê û qeraseyê zilaman kak Nêçîrvan Barzanî li Fransayê dest bi lotikên dîplomasîyê kir û bi gelek serok û girgirekên cîhanê re hevdîtin kir.
Barzanî di merasîma vekirina Katedrala Notre Dame ya Parîsê de, bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump (Dîko) û çend serkirdeyên din re hevdîtin kir û bi wan re çay û qehwe vexwar.
Li gor fitne û fesadên Parîsê dibêjin, dibêjin bi taybet Dîko kêfa xwe pir ji Nêçîrê me re anîye û ev vexwendiye Amerîkayê da ku bi hev re îskanek Ava Zemzem (Jony Walker) vexwin û dostanîya xwe germtir bikin.
Henek li alîyekî, dîplomasî hunerek girîng û ji bo me Kurdan lotikek pêwîst e. Zêdekirina dijminan rehet e, lê qezenckirina dostan zehmet e. Qezenckirina her dostekî ji bo pêşketin û nasandina heq û hiqûqê miletê Kurd girîng e.
Di dinyayê de miletê ku herî kêm xwedî dost û ji lobîyê bêpar e belkî jî em Kurd in. Bi ser ku bi milyonan Kurd û rêxistinên wan li derveyî welêt û bi taybet li Ewrûpayê hene, di warê dîplomasî û lobîyê de qels in û giranîya xwe nedane lobîyê û qezenckirina dostan. Em Kurd li Ewrûpa û welatên din jî bi heman hiş û hizra ku li Kurdistanê ketiye mejîyê me difikirin û dixebitin. Bi qasî ku em girîngîyê didin neyartîya hev me girîngî dabûya dîplomasî û lobîyê û me dostên xwe zêde kiribûna, belkî îro rewşa Kurd û Kurdistanê di astek din de bûya. Lê mixabin em hîna ji wê hest û hişmendîyê dûr in.
Axir, Nêçîrê me bi beşdarîya civîn û pîrozbahîyên navnetewî xizmetek baş ji bo dîplomasî û çêkirina lobîyê dike û helbet emê di pêşerojê de ber û berhemên vê xebatê bibînin.
Serkeftin kaka!
Silêmanî
Pêşmerge jî wek Bahçelî nikare Kurdan biparêze. Hey yawrûm hey!
Arif Zêrevan mîrkutek li nav serê Barzanî xist
Mêzêna me xirek bûye