Mihemed Soran
Di van demên talîyê de Herêma Kurdistanê bûye wek otobanên Almanyayê, çar xet ji bo çûnê û çar xet jî ji bo hatinê. Dîplomatek tê û yek diçe, wezîrek tê û yek diçe, trafîka dîplomasîyê lempeyên kesk û sor nas nake, yek pêdikeve, yek vedimire. Ev yek xêr e ne xêr e nizanim. Lê xuyaye rewşa Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê jî bandorê li vê çûn û hatina dîplomatîk dike.
Wezîrê Berevaniya Almanya Boris Pistorius jî ji vê çûn û hatinê kêm nema. Ew jî tev li karwên bû û silavek da Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî. Ji xwe Nêçîrê me berî çend rojan li Parîsê bû û silavek dabû gelek serok û lotikvanên dewletên Ewrûpayê. Tew ji xwe dostanîyek germ di navbera wî û Donald Trump (Dîko) de çêbûbû. Helbet ev lotikên xweş in, dîplomasî û lobî ji Kurdan re dostan zêdetir dike.
Wek mazûrvan Nêçîrê me di Medya Civakî de kêfxweşîya xwe ji bo hevdîtina bi Boris Pistorius re anî zimên û spasîya wî kir.
Nêçîrê me di daxuyanîya xwe de got: “Canekem, ez kêfxweş im ku li Hewlêrê mêvandarîya Wezîrê Berevanîya Federal ê Almanyayê birêz Boris Pistorius dikim. Ji bo piştevanî û alîkarîya ku ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye spasîyên xwe pêşkêşî Almanyayê dikim û çavên Boris Pistorius radimûsim“ filan û bêvan.
Li gor fitne û fesadên Hewlêrê dibêjin, dibêjin Wezîrê Almanyayê Pistorius teqezî kiriye ku wê welatê wî Almanya berdewamîya piştevanîya Herêma Kurdistanê û Iraqê bike û wan bê lotik nehêle.
Axir, wê ev dîplomasî û çûn û hatina erd û asîmanî fêdeyek mezin bide Kurdan yan nede nizanim. Heta niha nedaye. Heger ev trafîka dîplomasîya zêde fêdeyek bidaya Kurdan, berî her tiştî wê serê qûnreşên Hikûmeta Bexdayê têxistina kuna bavê wan û madeya 140 têxistina jiyanê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Kurdistanê di roja xwe de bişandina.
Werhasilî kelam, xuyaye dîplomasî jî parçeyek ji siyaseta bikaranîn û xapandinê ye. Gotinên xweş, nermik û germik, silavek, wêneyek devliken û bi xatirê te dîplomasî…
Silêmanî
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda