Tifaq û hevkarî stûna serkeftinê ye. Sedema têkçûn û windakirina me Kurdan ji bêtifaqî û berberîya hev e. Doh jî wilo bû, îro jî û sibê jî. Heta Kurd tifaq û yekîtîya xwe xurt nekin, wê bi ser nekevin û wê yek bi yek têk biçin.
Rewşa Sûrîyê wek beroşa kelandî ye û kes nizane wê çi pelûl ji wê beroşê derkeve. Her çiqasî pêşeroja wê bê texmînkirin jî, Kurdên Rojava û destkeftîyên wan yên îro di xeterê de ye. Ji bo destkeftîyên xwe biparêzin û li ser maseya bazarê destê xwe xurt bikin, pêwistîya wan bi tifaq û hevkarîya hev heye. Berjewendîyên partîtîyê dawîya wan û berjewendîyên netewî jî wê serkeftina wan bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê, daxuyanîya Serokê HSD Mazlûm Ebdî girîng e, rast e û helwestek niştimanî ye.
Generalê me yê germik û nermik, xweşik û lihevhatî Mazlûm Ebdî, di derbarê rewşa aloz a Sûrîyê û Rojava de daxuyanîyek da û çend lotikên xweş û aqlêselîm avêtin.
Mazlûm Ebdî, ji bo pêkanîna yekîtîya Kurdên Rojava ji rêveberîya Herêma Kurdistanê daxwaza piştgirîyê kir û bang li komên Kurd ên li Rojava kir ku li hev bicivin, helwestek hevpar nîşan bidin û bi Şamê re danûstandinên xurt bikin.
Mazlûm Ebdî di lotika xwe de got: „Rewşa heyî ji bo Kurdan tehdîd e. Divê hêzên Kurdistanî bên cem hev û biryarek hevpar bidin“.
Ebdî got ku dive komên Kurd bi opozîsyona Sûriyê yan jî komên cuda yên Şamê re hevdîtinên cuda nekin û diyar kir ku wê ev rewş zirarê bide berjewendîyên Kurdan. Yanî, dive her kom û partîyek, yan jî her enîyek wek ENKS bi sere xwe hevdîtinan bi Şamê re nekin. Hevdîtina partî û komên cuda wê destê desthilatdarîya Şamê xurt bike û zirarê bide destkeftin û berjewendîyên Kurdên Rojava.
Mazlûmê me du lotik jî li Başûrîyan (PDK û YNK) xistin. Yek lotika xêrê bû, yek jî lotika nexêrê û ezmûnê.
Mazlûm Ebdî, berberi û dijayetîya ku PDK, YNK û komên din li Bedayê li dijî hev dikirin rexne kir û got: “ Gurçikno, nabe ku em ezmûna gelê me yê li gel Iraqê û Başûrê Kurdistanê dubare bikin. Tevî ku di nava xwe de wek Kurd pirsgirêkên me hebin jî, divê em li dijî Şamê bibin yek“.
Ev lotikek rast e. Heger partî û komên Kurd bi tifaq û hevkar bûna, wê li Bexdayê destê wan xurttir bûya û wê gelek pirsgirêkên xwe (wek madeya 140, mûçe û tiştên din) zûtir çareser bikirana. Lê nekirin. Li berjewendîyên partîtîyê ew kirin mehkûmê Hikûmeta Bedayê û derbek mezin li berjewendîyên netewî xistin.
Ji bo ku Kurd û komên Rojavayî jî nekevin xê xeletîyê, Ebdî banga tifaq û hevkarîyê kir ku karibin destê Kurdan li Şamê xurttir bikin.
Lotikek xêrê jî ev bû ku Ebdî bang li rayedarên Herêma Kurdistanê kir ku piştevanîya hêzên Kurdistanî yên li Rojava bike da ku bicivin û bi Şamê re pozîsyonek bihêz a danûstandinan ava bikin.
Mazlûmê me got: “Rêveberîya Herêma Kurdistanê divê bi helwestek hevseng beşdarî yekîtîya Kurdan bibe. Ev yek wê destê me di danûstandinên bi Şamê re xurt bike“ û xatir xwest.
Ez serê we neêşînim, Mazlûm Ebdî lotikek xweş û rast avêt. Dibe tirsa wî ji vê yekê be ku desthilatdarîya Şamê ENKS û mixalefeta pê re wek mixetab û berdevkê Kurdan nas bike jî û HSD û PYD li derveyî pêvajoyê bimîne. Lê banga wî bangek rast û pîroz e. Heger birastî em dixwazin destê Kurdan li Şamê xurt bibe, dive bê lam û cîm tifaq û hevkarîya Kurdan pêk bê.
Duhok
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda