Nûrî Çelîk
PDK û YNK bi salan dijminatîya hev kirin, bi sedan belkî bi hezaran pêşmerge ji hev kujtin. Lê dawîyê bi daxwaz û teşwîqa Amerîka û Brîtanyayê, di 1998an de Mesûd Barzanî û Celal Talabanî li Waşîngtonê peymana aştîyê îmze kirin û şerê navxweyî rawestandin. Ev yek bû sedema ku piştî rûxandina Saddam Hisên Kurd di herêma xwe de bibin desthilatdar û xwedîyê federasyonekê. Heger ne ji Amerîka û Brîtanyayê bûya, û heger PDK û YNK li hev nehatibûna, belkî îro federasyon jî tunebû û Kurd jî di herêma xwe de ne desthilatdar bûn.
Îro heman şert û derfet derketiye pêşberî Kurdên Rojava jî. Amerîka û Fransa (Helbet Brîtanya û hinek welatên din jî) hewl didin ku Kurdên Rojava (PYD, ENKS û yên din) li hev bînin, wan di bin sîwanekê de kom bikin û wan bikin şirîkê desthilatdarîya Sûrîyeya nû. Heger partîyên Rojava jî wek PDK û YNK nakokî û berberîya xwe deynin alîyekî û li berjewendîyên xwe yên netewî û pêşeroja çarenûsa xwe bifikirin, divê peymana aştîyê îmze bikin, dev ji nakokî û neyartîya hev berdin, bi daxwazên hevpar û ji bo yek armancê li ser masa bazarê rûnên.
Kurd li Rojava parçeyek ji pêşeroja çarenûsa Sûrîyê ne. Heger bi aqlêselîm bifikirin û berjewendîyên xwe yên partîtîyê nedin pêş, federasyon jî tê de, wê karibin di herêma xwe de destkeftîyên ji yên îro mezintir bi dest bixin û di Sûrîyê de bibin xwedî erk û gotin. Ev yek wê ji bo Kurdên Rojava bibe roja azadî û zayînek nû.
Nakokî û pirsgirêkên navbera PDK û YNK, yên nava Barzanî û Talabnîyan heta îro jî didomin. Ji ber van nakokî û pirsgirêkên malbatî û partîtîyê, heta îro pirsgirêkên xwe yên bi Bexda û Iraqê re çareser nekirine û bi vî haweyî nikarin bikin jî. Ji ber ku Kurd li Bexdayê ne yekdeng, yekreng û yekdest in, Hikûmeta Bexdayê vê yekê ji xwe re wek fersendek mezin dibîne û nakokîyên navbera wan ji xwe re bi kar tîne. Bicîhneanîna madeya 140, şandin yan neşandina mûçeyan û gelek astengîyên din, sedema vê parçebûn û du-sê serîtîya Kurdan e. Ji ber vê yekê, Serokê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî di banga xwe ya yekîtîyê de got: “Babe ku em ezmûna gelê me yê li gel Iraqê û Başûrê Kurdistanê dubare bikin. Tevî ku di nava xwe de wek Kurd pirsgirêkên me hebin jî, divê em li dijî Şamê bibin yek“.
Gotinên Mazlûm Ebdî di cîhê xwe de ne. Ji bo karibin li dijî Şamê xurt û xwedî gotin bin, divê partîyên Rojava bibin yek û pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin alîyekî. Yan na, sosreta ku li Bexdayê hatiye serê Kurdan wê bê serê Kurdên Rojava jî. Û ev jî helbet ne di berjewendîya tu partîyan û ne di berjewendîya miletê Kurd de ye.
Serokê Heyet Tahrir eş-Şam (HTŞ) Ehmed Şara (Ebû Mihemed Colanî) herî dawî daxuyanîyek da û got ku “Kurd hêmanek bingehîn û parçeyek bingehîn a Sûrîyê ne. Wek me gelek zilm û zordarî li wan jî hatiye kirin. Ez bi hêvî me ku emê di Sûrîyeya nû de bi hev re bijîn. Kurd wê bibin hêmana sereke ya Sûrîyeya pêşerojê“.
Daxuyanîya Serokê HTŞ Ebû Mihemed Colanî ji bo Kurdan peyamek zelal e. Heger partîyên Rojava vê peyamê baş binirxînin, wê bibînin ku ew parçeyek ji pêşeroja Sûrîyeya nû ne û heger yekdeng û yekdest bin, ewê karibin derfetên baş ji bo pêşeroja miletê Kurd û ji taybet ji bo Kurdên Rojava bi dest bixin.
Tifaq û yekîtî stûna azadî û serfirazîyê ye û destê bi tenê deng jê nayê. Hêvîdarim partîyên Rojava li hev bên, peymanek aştîyane îmze bikin û vê fersenda ku hatiye ber lingên wan ji dest nerevînin.
Dîko li ser Sûrîyê nirxandinek dîkane kir
Here Bexda, were Hewlêr
Xweş xeber e, lê me ne bahwer e