Birastî dilê meriv bi halê Kurdên Başûr dişewite. Bi taybet rewşa ku rayedarên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê tê de ne, kezeba me dişewitîne. Ji roja ku bûne federasyon û heta îro, temenê xwe bi çûn û hatina Bexdayê re derbas kirin, bi çûn û hatina Bexdayê por spî kirin, pîr û kal bûn û dîsa jî pirsgirêka mûçe çareser nekirin û xuyaye nikarin bikin jî.
Hinek dibêjin Talabanî nahêlin mûçeyên karmendên Hikûmeta Kurdistanê bên şandin, hinek dibêjin Xelo nahêle, hinek dibêjin Celo nahêle filan û fîstan. Lê bahwer bikin ne sûcê qûnreşên Bexdayê ye. Wek dibêjin, bela mirov ji ber lingê mirov e.
Sermezinên Bexdayê nakokî û neyartîya Kurdan ji xwe re bi kar tîne. Ji ber Kurdekan li Bexdayê ne yekdeng û yekserî ne, Hikûmeta Bexdayê jî vê rewşê bi xwe xweş tîne, masturbasyonê dike û neşandina mûçeyên Herêma Kurdistanê li dijî Kurdan wek çekek mezin bi kar tîne.
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mijara mûçe dîsa dikeve rê û berê xwe dide Bexdayê. Here û were, were û dîsa here. Here û destvala vegere. Aha xwelîserîya me ev e. Perên ku ji bo çûn û hatina Bexdayê hatine serfkirin kom bibûna, wê deh salan têra mûçeyên karmendên Hikûmeta Kurdistanê bikira allahwekîl. Lê na, xuyaye kêfa kakacanên me jî ji çûn û hatina Bexdayê re tê. Hem serdan e, hem seyran e.
Berdevkê Wezareta Darayî ya Rêveberiya Herêma Kurdistanê kak Hunar Cemal diyar kir ku ji bo gotûbêjkirina mûçeyên mehên dawîn ên îsal, şandeyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike.
Wey maşallah û li ser xêrê be rebbî!
Berdevkê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê ev agahî da:
“Şanda Rêveberîya Herêma Kurdistanê wê li gel Wezîrê Darayî yê Iraqê Taîf Samî bicive û li ser mûçeyên sê mehan ên Cotmeh, Mijdar û Kanûnê, guhertinên bûdceyê û pişka Herêma Kurdistanê di bûdceya federalî ya sala 2025an de gotûbêj bike”.
Wey înşallah û maşallah!
Mûçeyên sê mehan nehatine şandin, û wek ku tiştek nebûbe ne xema tu kesî ye. Ez bûma mine petrol Kerkûkê ji ser Bexdayê qut bikira, mine serê wan têxista kuna bavê wan û ew bê pere bihiştina. Lê wele Kurdekan nakin..
De ya bi xêr..
Bi xêr û selamet 100 salên din wê pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê çareser bibe.
Helbet heke heta wî çaxî Kurd ji birçîna nemirin…
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda