Cemîl Cewher
Bûye adet, çi kesên ku dixwazin yan dibin desthilatdar, pêşî bi gotinên girover û şahîk pesnê Kurdan didin û dixwazin wan bikşînin alîyê xwe. Kemal Ataturk jî ji ber muhtacî alîkarîya Kurdan bû, di dema xwe de pesnê Kurdan da, bratîya Kurd û Tirkan da pêş û Tirkîye wek welatê Kurd û Tirkan nîşan da. Lê piştî ku girêka xwe li pişt werîs xist û desthilatdarîya xwe qewîn kir, xiyanet li Kurdan û li gotinên xwe kir û qira Kurdan anî.
Mesela me li ser Serokê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Ehmed Şara (Ebû Mihemed Colanî) bû.
Colanî beg, di daxuyanîya xwe de pesnê Kurdan da û ew wek parçeyek bingehîn ji welatê Sûrîyê destnîşan kir. Colanî ji rojnamevanekî re anî zimên ku zilma li wan hatiye kirin li Kurdan jî hatiye kirin, Kurd parçeyek bingehîn ê Sûrîyê ne, bi hilweşandina rejîma Esed wê zilma li ser Kurdan rabe û ew bi hêvî ye ku di Sûrîyeya nû de ew bi hev re bijîn û di çarçoveya qanûnê de mafên xwe bi dest bixin.
Û gelek tiştên xweş û germik û nermik gotin.
Gotinên Colanî gotin û sozên bavê Romîyan Kamal Ataturk û gelek rêvebirên dagîrkeran anîn bîra min. Wek dibêjin piçik piçik meriv xwe diginîne kûçik. Heta xwe bigihînin Kurdan û wan ji xwe re bi kar bînin xwedîyê soz û bext in. Lê piştî pir derbas kirin û ketin firehîyê, ne soz dimînin ne jî bext.
Ê de ya bi xêr…
Heger partîyên Kurdên Rojava xwe bikin yek û li Şamê yekdeng û yekdest bin, belkî bandorê li Colanî û desthilatdarîya nû bikin ku soz û bextên xwe bi cîh bînin. Na heger nebin yek û herkes bêje ez û ez, wek Kurd emê dîsa pê bigirin û heta sedsalek din jî emê qûna wan balêsin û hûn sax…
Mêrdîn
Ma mêr ji Eyşika Ereb in keçko!
Mirov ji nîvê rê jî vegere baş e
Xaltîka me Ehmed tir ji Romîyan berda