Bavê Cengo
Li ser bextê Ajansa ANHA be, dibêjin Endamê Hevserokatîya PYD û qeraseyê zilaman Aldar Xelîl, diyar kiriye ku pêvajoy nû wê pêşeroja Sûrîyê diyar dike û bang li hemû alîyên Sûrîyê kiriye ku daxwazên demokrasî, wekhevî û azadîyê li ber çavan bigirin û dest bi govend û dîlanek demokratîk bikin.
Aldarê me behsa gelek tiştan kiriye, şoreş û moreş, pêşeroj û paşeroja Sûrîyê û gelek tiştên din. Ê helbet rola ku Rêveberîya Xweser Esed li ser lingan hiştiye û nehiştiye ku Sûrîye parçe bibe jî ji bîr nekiriye.
Li gor fitne û fesadên bajarê Qamişlo dibêjin, Aldarê me ji Ajansa ANHA re gotiye:
Bi serê min û we, bi şeş telaqên jinberdanê, Rêveberîya Xweser Sûrîyê ji parçebûnê paraztiye û diparêze. Rêveberîya Xweser mînaka çareserîya alozîyên li Sûrîyê ye. Çimkî niyeta wê ya cudabûna ji Sûrîyê tuneye û prensîbên wê netewî ne (netewa Sûrîyê), rêveberîyê di vî warî de xwe îspat kiriye. Dibe ku di projeyên din de tirsa parçebûna Sûrîyê hebe, lê projeya Rêveberîya Xweser me ji metirsîyên parçebûnê dûr dixe. Ev yek jî bingehên yekîtîyê li Sûrîyê xurt dike” û simbêlê xwe ba daye.
Belê, serokek ji serokên sererd û binerd yên netewa Sûrîyê xalê we Aldar Xelîl, ji Ajansa ANHA re carek din sepandiye ku wan nehiştiye ku Sûrîye parçe bibe û îro jî nahêle û naxwaze. Aldarê me di Sûrîyeya nû de behsa demokrasî û azadîya takekesane (azadîya şexsî) kiriye, behsa netewa Sûrîyê kiriye, lê hebûna netewa Kurd, mafên netewa Kurd ji bêrîka xwe dernexistiye û veşartiye.
Ez serê we neêşînim, Beşar Esed belasebeb Rojava tev çek û sîlehan emanetî we nekir brako. Aha ji bo van rojan hûn xwedî kirin ha. Ji bo Sûrîyeyek yekgirtî, li dijî xwesteka mafên netewî û ji bo mafên takekesî û şexsî.
Ê de xwedê kerîm û rehîm e brao…
Her bizin bi lingê xwe tê daliqandin. Helbet wê rojekê dewran biguhere û Kurd jî doza mafên xwe yên netewî bikin û xelas..
Qamişlo
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka