Cemîl Cewher
Heta bi mişk û pisîkan jî zanin ku PKK li Rojava heye û yên ku Rêveberîya Xweser bi rê ve dibin ew in. Erê dibêjin em li Rojava tunene lê di her meş û çalakîyê de sûretê Ocalan bilind dikin û hebûna xwe dixin çavê dinya û alemê.
Dewleta Tirk li Bakur, Başûr û Rojava PKK ji xwe re kiriye mahne û hincet û pê êrîşî her sê beşên Kurdistanê dike. Di vê dema zîz û hesas de diviyabû PKK berjewenîyên Kurdên Rojava bidaya ber çav û zêde xwe û wêneyên Ocalan dernexista pêş. Lê mixabin gotin û kirin ji hev dûr in.
Werhasil, rêveberek ji yên PKK û mêrê bi sed mêrî mamê me Murat Karayilan (Cemal), ji çapemenîya PKK re axivî û bi Tirba Silêman Şah sûnd xwar ku wek PKK ew li Rojava tunene.
Mamê me Karayilan di derbarê Sûrîye û Rojava de axivî, got ku “Di vê dema dîrokî de divê her kes bi berpirsiyarî nêzîkî mijarê bibe, ji bo nekevin valahîyê divê di nava Kurdên Rojava de yekîtîyek xurt pêk bê“.
Mam Karayilan bang li aktorên girîng ên siyaseta Kurd kir û got:
“Gurçikno, di vê qonaxa girîng de ez bang li hemû berpirsên siyaseta Kurd, ango serok û hevserokên hemû partîyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet PDK, YNK, PYD, rewşenbîr û hemû kesan dikim ku di vê dema dîrokî de bi berpirsiyarî tev bigerin. Divê tu kes di helwesta xwe ya niha de israr û serhişkîyan neke. Divê tu kes nehêle ku cudahîyên fikrî û îdeolojîk li pêşîya yekbûnê bibin asteng. Ne berjewendiyên rêxistinî, divê berjewendîyên netewî wek asas bên girtin“ û pê de çû.
Mamê me Karayilan rast got û xweş got.
Wey Aferîn!
Divê ne berjewendiyên rêxistinî, lê berjewendîyên netewî wek asas bên girtin.
Aha ji xwe pirsgirêke me û partîyên me jî ev nexweşî ye mamo can!
Heger partîyên Kurd (PKK jî di nav de) ne berjewendîyên partîyên xwe lê berjewendîyên netewî dabûna pêş, niha tu pirsgirêkên me tunebûn û em sed gavî bi pêş de çûbûn.
Lê ka ew partîya ku berjewendîyên partîya xwe nede pêş ezbenî!
Werhasilî kelam, mamê me Karayilan di derbarê Rojava û berjewendîyên Kurdên Rojava de lotikek pîroz avêt. Em wî pîroz dikin û hêvîdarin di serî de PKK xwedî li gotinên Karayilan derkeve. Erê dibêje ew wek PKK li Rojava tunene lê henekan dike, taktîk e ha.
Hewlêr
Siyaseta şaş Bavê Teyar da kujtin
Mela temam, îcar dora sofîyan e
Neyartî ne çareserî ye kaka